12 kesên ku di êrîşên hêzên dewleta Tirk a li ser Cizîr, Silopiya û navenda Şirnexê yên ku berxwedanên xwerêveberiyan didomin de hatin qetilkirin bi tevlîbûna deh hezaran ve bi merasîmek cenazeyê ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin. Di merasîmê de dayika Sêvê Demîr Sakîne Demîr axivî, wiha got: “Ji ber zarokên me serî netewandin hatin qetilkirin. Bila serê
Rêber Apo sax be. Heta destên Rêber Apo negirin wê aştî ti carî neyê.”
Cenazeyên Endama Meclîsa DBP’ê Sêvê Demîr, endama KJA Fatma Ûyar, Hevseroka Meclîsa Gelê Silopiyayê Pakîze Nayir, Çetîn Taşar, Cebraîl Mûngan, Mehmet Tangût, Osman Telkîn, Mûrat Egul, M. Şukru Coşkûn, Mûrat Ekîncî, Ahmet Zirig û Hakan Şengul ên di êrîşên terora dewleta Tirk ên li Cizîr, Silopiya û navenda Şirnexê de hatin qetilkirin, li Şirnexê bi merasîma bi tevlîbûna deh hezaran ve li Goristana Naralo hatin defnkirin. Parlamenterên HDP’ê Leyla Bîrlîk, Mahmût Togrûl, Muslum Dogan û Mehmet Emîn Adiyaman jî tevlî merasîmê bûn, ji ber dorpêça li ser Şirnexê merasîmê piştî saetan destpê kir.
TEVÎ ASTENGIYAN JÎ
Koma ku Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, Hevseroka DBP’ê Emîne Ayna, parlamenterên HDP’ê û malbata endama Meclîsa DBP’ê Sêvê Demîr tê de cih digirt, tevî destpêkê destûra ketina bajar hat dayîn jî piştre pêşiya wan bi talîmata Walîtiya Şirnexê ve li Qereqola Jenderme ya Aslan Başer hat qutkirin. Ji komê tenê destûra ketina bajar dan dayika Sêvê Demîr Sakîne Demîr. Gotin, “Ji Enqereyê talîmat heye” û nehiştin bi saetan malabata Demîr tevlî merasîmê bibe.
‘EM Ê BIHARÊ BÎNIN’
Bi hatina malbatê ve deh hezaran cenaze ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê wergirtin û ber bi Goristana Naralo ve ketin rê. Di meşê de dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” hatin berzkirin, pankarta, “Em ê bi kenên xwe tankan bêdeng bikin, wê tovên me şîn bibin, em ê biharê bînin” hat vekirin.
KEFENÊ BI SEDAN SALAN QETANDIN
Di merasîma li Goristanê sirûda “Ey Reqîp” ve rêz hate girtin. Piştre Serokê MEYA-DER ê Botanê Mele Kasim Yîgît mafê axaftinê wergirt, bi bîr xist ku Botan bi mehan e di bin êrîşan de ye, wiha domand: “Em îro ji bo oxirkirina 12 şehîdên xwe li vir in. Em ji ber deyndarên şehîdên xwe ne bejna xwe bi rêzdarî li ber wan ditewînin. Şehîdên me kefênê bi sedan salan li me kiribûn qetandin. Di vî kefenî de ne mirovatî ne ol ne wijdan hebû. Lê şehîdên me kefenên spî li xwe kriin û kefenê koletiyê yê bi sedan salan qetandin.”
‘EM Ê TI CARÎ SERÎ NETEWÎNIN’
Piştre Rêveberê DBP’ê yê Bajar Yahya Aydin axivî, destnîşan kir ku ji bilî berxwedanê ti rêyên din li dijî vê wehşetê nîne, wiha dewam kir: “Em soz didin şehîdên xwe û mirovatiyê em ê ti carî dest ji berxwedanê bernedin. Tekane rêya me bibe azadiyê berxwedan e.”
Parlamentera HDP’ê Leyla Bîrlîk jî diyar kir ku tank li Kurdistanê derketine seferê, wiha pê de çû: “Lê bila bizanibin, çavên Sêvê, dilê Pakîze û bi kenê Fatma ve wê têkoşîna me bidome. Em ê têkoşîna wan hê mezintir bikin. Hûn dibînin, bê em ê şehîdên xwe li ku defn bikin jî ew biryarê didin. Lê, bila bizanibin em ê ti carî serî netewînin.”
‘HETA DESTÊN RÊBER APO NEYÊN GIRTIN WÊ TI CARÎ AŞTÎ NEYÊ’
Piştre li ser navê malbatên welatiyên hatine qetilkirin dayika Sêvê Demîr Sakîne Demîr axivî, wiha da xuyakirin: “Ji ber zarokên me serî netewandin hatin qetilkirin. Li 4 parçeyê Kurdistanê li ber xwe dan. Ji bo aştiyê şehîd ketin. Ji bo gelên xwe têkoşiyan. Dibe kuştin hebe lê dikarin têkoşîna wan bikujin? Binêrin bi hezaran Sêvê, Pakîze û Fatma şîn dibe. Şehîd Namirin, Şehîd Namirin, Şehîd Namirin! Wê têkoşîna wan bidome. Bila serê Rêber Apo sax be. Heta destên Rêber Apo neyên girtin wê ti carî aştî neyê.”
Piştî axaftinan 12 welatî spartin axê.