Cenazeyên li Sûrê wê werin rakirin

Ji bo rakirina cenazeyên mirovên li Sûrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, wê saet di navbera 14:30 û 17:00 de heyetek bikeve nava navçeyê.

Ji bo rakirina cenazeyên welatiyên li Sûrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, heyetek ji ÎHD Şaxê Amedê, HDP, KCD, Mazlûm-Der û malbatan, wê saet di navbera 14:30-17:00 de bikeve nava navçeyê û cenazeyan rake.

Malbatên Îsa Oran, Mesût Sevîktek ên di 23'ê Kanûnê de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, cenazeyê Ramazan Ogut ê 16 salî yê di 30'ê Kanûnê de ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin û cenazeyê Rozerîn Çûkûr (17) a di roja 38. a qedexeyê de li nêzî Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf a li taxa Fatîhpaşayê ji aliyê çekdarên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, ev 11 roj in li avahiya ÎHD'ê ya Amedê di greva birçîbûnê de bûn.