Şaredariya Dêrsimê têkîldarî ‘çavkaniyên avê’ daxuyanî da
Hevşaredara Dêrsimê Altûn diyar kir ku îdîayên wek “li bajar çavkaniyên avê dike bimiçiqin” ne rast in.
Hevşaredara Dêrsimê Altûn diyar kir ku îdîayên wek “li bajar çavkaniyên avê dike bimiçiqin” ne rast in.
Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn têkîldarî îdîayên “li bajar çavkaniyên avê dike bimiçiqin” civîna çapemeniyê li dar xist. Cîgirên Hevşaredaran Îbrahîm Kasûn û Huseyîn Tûnç, Midûrê Karên Fenê Bulent Yeşîlgoz jî tevlî civîna li meqamê Hevşaredartiyê hat lidarxistin bûn.
Altûn destnîşan kir ku îdîayên behsa wan tên kirin ne rast in. Altûn wiha domand: “Îdîya di çapemeniyê de ya çavkaniyên avê bi temamî zuha bûne, li bajar wê pirsgirêkên avê yên pir cîdî bên jiyîn, derveyî rastiyê ne, qutbûyina avê ti têkîliyên xwe bi kêmbûna avê an jî zuhabûna wê tineye. Sedema qutbûna avê ew e ku sîstema pompeyên avê hemwext dikevin rewşa arizebûnê.”
YEŞÎLGOZ: JI BER QUTBÛNA ELEKTRÎKÊ YE
Yeşîlgoz jî wiha axivî: “Di van rojên bihurî de li hin taxan pirsgirêka avê çêbû. Ev ne ji ber kêmbûna avê ya çavkaniyan e. Ji ber bêrfê li herêma Zagge elektrîkan qut dikin.”
Yeşîlgoz ev ragihandin: “Roja Pênçşemê li bajarê me berfek zêde hat, ji ber vê jî li Herêma Zagge danê êvarî elektrîk hatin qutkirin. Sîstema jeneratorê ya li ser Çavkaniya Kirkgoze diviya bû ku bi awayekî otomatîk biketa dewrê, lê nexebitî. Ev rewş roja Înê 08/01/2016’an ji ber av nehat depoyan hat ferqkirin, di heman rojê de mudaxele hat kirin û pompe nêzî saet 13.00’an me xist dewrê. Lê ji ber depo û sîstema şebekeyê vala bû, domahiya rojekê li tevahiya bajar bi navber qutbûnê avê çêbûn. Hê sîstema şebekeyê xwe baş nedabû ser hev, roja Şemiyê ya 10/01/2016’an yek ji bîrên sondajê yên li Taxa Cûmhûriyetê arize da. Ji bo çareserkirina arizayên pompe û panoya elektrîkê xebat tên meşandin. Di rewşa niha de ji bilî mintiqa Yûrtkûr a Taxa Ataturkê li ti deverên bajar qutbûna avê tineye.”