Bi dehan wesayîtên zirxî sewqî Nisêbînê kirin

Di çarçoveya êrîşên tevkujiyê de bi dehan maşîneyên zirxî û otobûsên tîmên taybet sewqî Nisêbînê hatin kirin.

Di çarçoveya êrîşên tevkujiyê de bi dehan maşîneyên zirxî û otobûsên tîmên taybet sewqî Nisêbînê hatin kirin. 

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê amadekariyên planên qetlîamê bi sewqiyatên didomin. Di seatên piştî nîvro de bi dehan wesayîtên zirxî û otobûsên tîmên taybet tê de, sewqî navçeyê hatin kirin. Sewqiyata ji aliyê Qoser û Mêrdînê ve hatiye, li kampa AFAD’ê û li Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê hate bicihkirin. Dorpêça li navçeyê berdewam dike.

Her wiha li navçeyê dorpêç jî berdewam dike.