Li Cizîrê şer didome

Şerê duh bi bersivdayina YPS’ê ya li dijî êrîşên hêzên dewleta Tirk ên duh li ser taxên Cûdî û Nûrê yên Cizîrê derket, dewam dike.

Şerê duh bi bersivdayina YPS’ê ya li dijî êrîşên hêzên dewleta Tirk ên duh li ser taxên Cûdî û Nûrê yên Cizîrê derket, dewam dike. Veysî Elçî di encama êrîşên hêzên dewletê yên li dijî Taxa Şah parçe li bedena wî ket û birîndar bû.

Pevçûnên duh li Cizîrê ku terora dewletê ketiya roja 30. Dewam dike. Li dijî taxên Cûdî û Nûrê topbarana tankan didome, her wiha hewldanên leşker û polîsên Tirk ên bi wesayîtên zirxî ketina taxan rastî bersiva YPS’ê hat. Li taxan şer didome, ji ber topbarana tankan a zêde jî ji her du taxan dûman bilind dibe.

Her wiha ji ber gulebarana ji wesayîtek zirxî ya li ser Taxa Şah jî Veysî Elçî gule lê ket, rakirin nexweşxaneyê. Kemal Karataş û Onde Poyraz ên ku danê sibehê 2 welatiyên di êrîşên hêzên dewleta Tirk de birîndar bibûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jî hatin binçavkirin.

Leşker û polîs li Taxa Alîbey dikeve malan, lêgerîn û kontrola nasnameyan dike.