Baydemîr: Divê Yekîtiya Ewropa bi lezgînî bikeve nava hewldanan
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê li Parlamenta Ewropayê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Dewleta Tirk li Kurdistanê li dijî sivîlan, çekên dewletên Yekîtiya Ewropayê bi kar tîne."
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê li Parlamenta Ewropayê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Dewleta Tirk li Kurdistanê li dijî sivîlan, çekên dewletên Yekîtiya Ewropayê bi kar tîne."
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê li Parlamenta Ewropayê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Dewleta Tirk li Kurdistanê li dijî sivîlan, çekên dewletên Yekîtiya Ewropayê bi kar tîne."
Heyeta ji Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca, ji bo hin danûstandinan bike hat paytexta Belçîka Brukselê.
Li Parlamenta Ewropayê, bi mijara "Şîdeta dewletê ya li Tirkiyeyê: Kurdên rastî êrîşê tên" a li ser zext û şîdeta dewleta Tirk a li hemberî Kurdan, civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Civîn ji aliyê GUE/NLG (Koma Çep a Ewropa) û Nûnertiya HDP'ê ya Ewropa ve hat organîzekirin.
Seroka Koma Çep a Ewropayê Gabrîele Zîmmer di axaftina xwe ya li konferansa çapemeniyê de ragihand ku ji ber êrîşên li hemberî sivîlan ên li herêmên Kurdan ew bi endîşe ne.
'GELÊ KURD BI KOMKUJIYEKE MEZIN RE RÛ BI RÛ YE'
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr jî da xuyakirin, ku gelê Kurd bi komkujiyeke mezin re rû bi rû ye û da zanîn, ku di qedexeyên derketina derve yên li 7 bajar û navçeyan 56 caran hatin ragihandin de, ji pitikên 1,5 mehî heta extiyarên 86 salî bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dane, 56 cenaze bi hefteyan nikarin werin definkirin û navendên bajaran bi tank û topan hatine xerakirin.
Baydemîr da zanîn ku nexweşxane û dibistanên li Sûr, Silopiya, Cizîr û Nisêbînê veguherîne leşkergehan û got, "Zext li parlamenterên me tên kirin, hevşaredarên me tên girtin. Niha 30 hevşaredarên me girtî ne, ewqas jî hatine girtin."
'DAIŞ ŞER DIKE!'
Baydemîr anî ziman ku li bajarên Kurdan çeteyên DAIŞ'ê hene û bibîr xist ku di nava tîmên înfazê yên dewleta Tirk de, ku li Amed, Cizîr, Silopiya û Nisêbînê mirovan qetil dikin, kesên bi hev re bi Erebî diaxivin hene. Baydemîr anî ziman ku ev kesênhan bi şekil û şemalên xwe dişibin çeteyên DAIŞ'ê û destnîşan kir, ku îdîayên gelekî cidî hene ku ev kesên Kurdan li Bakurê Kurdistanê qetil dikin, milîtanên di çarçoveya projeya perwerde bike-bi çek bike yên li Sûriyeyê hatine anîn e.
'ÇEKÊN JI YEKÎTIYA EWROPAYÊ TÊN BIKARANÎN'
Baydemîr bal kişand ser bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî van komkujiyan û destnîşan kir ku ev bêdengî bi ti awayî li nirxên Yekîtiya Ewropayê nayê.
Baydemîr got, "Çekên li wê derê tên bikaranîn, çekên ji welatên Yekîtiya Ewropayê ne. Pêwîste Parlamenta Ewropa û hikûmetên Yekîtiya Ewropayê, ji bo ev çek li hemberî sivîlan neyên bikaranîn, kontrol bikin. Di vî warî de Yekîtiya Ewropa xwedî derfeteke têrker a kontrolkirinê ye. Girîng e di vî warî de bi lezgînî bikeve nava tevgerê. Divê bang li hikûmeta Tirk bike. Ji bo sekinandina van komkujiya pêwîste bang bike. Pêwîste banga muzakereyê bike. Ev pirsgirêk bi şîdet û çekê çareser nabe. Gelê Kurd dixwaze li ser erdnîgariya xwe bi çand û zimanê xwe yanî bi statuya xwe bijî."