Li tevahiya Şirnexê terora dewletê di meriyetê de ye
Êrîşên terora dewletê ya li navçeyên Cizîr û Silopiyayê didomin, bi fermana Wezareta Karên Hundir ketina navenda Şirnexê ji hat qedexekirin.
Êrîşên terora dewletê ya li navçeyên Cizîr û Silopiyayê didomin, bi fermana Wezareta Karên Hundir ketina navenda Şirnexê ji hat qedexekirin.
Êrîşên terora dewletê ya li navçeyên Cizîr û Silopiyayê didomin, bi fermana Wezareta Karên Hundir ketina navenda Şirnexê ji hat qedexekirin. Welatiyên nifûsa wan girêdayî bajar jî bi qontrolkirina nasnameyên xwe dikevin navenda bajar.
Êrîşên terora dewletê ya li navçeyên Cizîr û Silopiyayê ya Şirnexê didomin, ketina navenda bajêr jî hat qedexekirin. Ketina bajar bi fermana Wezareta Karên Hundir hat qedexekirin, tenê yên nifûsa wan li ser bajar qeydkirî bi qontrolkirinê tên derbaskirin.
WELATIYAN ŞÛN DE VEDIGERÎNIN
Gelek kesên ku danê sibehê xwestin bikevin bajar, di ketina bajar de di navendên kontrolkirinê de hatin rawestandin. Piştî kontrolkirina nasnameyan, welatiyên ku ne girêdayî navenda bajarê Şirnexê ne şûn de vegerandin.