Êrîşên çeteyan ên li hemberî Ezazê didomin
Êrîşên çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên li hemberî gundên Ezazê yên hêzên Ceyş El Siwar (Artêşa Şoreşgeran) lê ne, dewam dikin.
Êrîşên çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên li hemberî gundên Ezazê yên hêzên Ceyş El Siwar (Artêşa Şoreşgeran) lê ne, dewam dikin.
Çeteyên El-Nûsra û Ehrar El-Şam, hêzên zêde ku ji çeteyên Asyayî yên ku ji 'Ozbekîstan, Tacîstanê tên naskirin' pêk tên, sewqî herêmê kirin.
Çeteyan îro danê sibehê, bi çekên giran êrîşî gundên Keştear, Malkiye û Şewarxe yên girêdayî Ezazê kirin.
Li ser êrîşa çeteyan, di navbera wan û Ceyş El-Siwar de şer derket. Şerê li herêmê dewam dike.