Hevdîtina di navbera YNK-PDK de bi dawî bû
Civîna îro li Hewlêrê di navbera PDK'ê û YNK'ê de, têkildarî rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê hat lidarxistin bi dawî bû, piştî civînê ti daxuyanî nehatin dayîn.

Civîna îro li Hewlêrê saet 11:00'an di navbera heyeta Yêkîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ya ji berpirsiyarê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar, endamê Polîtburoya YNK’ê û Alîkarê Serokwezîr Qûbat Telebanî û endamê Polîtburoya Navenda YNK’ê Seîdî Ehmed û Rizgar Elî pêk dihat û Ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Cîgirê Serokê Giştî yê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî, Sekrekterê Giştî yê Polîtburiya PDK’ê Fazil Mîranî û endamên Polîtburoyê Mehmûd Mihemed û Dilşad Şehab tê de bû bi dawî bû. Hevdîtin li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên her du partiyan de hatibû destpêkirin, bi dawî bû. Piştî civînê her du aliyan jî têkildarî hevdîtinan ti daxuyanî nedan.
‘PÊŞNIYAR WÊ WERIN NIRXANDIN’
Hat diyar kirin ku di civînê de YNK'ê der barê çareseriya pirsgirêkan de çend pêşniyar pêşkêşî PDK'ê kirin û tê gotin ku PDK wê di nava xwe de bicive û wê bersiva pêşniyarên YNK'ê bide.
Li aliyê din Berpirsyarê Polîtburoyê ya YNK’ê Mele Bextiyar yê ku serokatiya Heyeta YNK’ê dikir diyar kir ku heyeta PDK’ê nêzîkatiyek baş nîşanî 5 pêşniyarên ku hatine kirin daye. Bi taybet ji bo derbaskirina pirsgirêkên her du partiyan xebatên hevpar wê werin meşandin.
YNK duh jî li Silêmanî li ser pêşniyarên xwe serdana Tevgara Goran kirîbû û tê gotin ku YNK wê di rojên pêş de, serdana Komeleya Îslamiya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê bike.
YNK ev cara duyem e, ji bo pêşniyarên xwe serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike û ji beriya niha jî der barê çareskirina pirsgirêkan, projeya xwe pêşkêşî serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê kiribû.