Gel ji bo cenazeyan bigire li pêşiya nexweşxaneyê rawestandina xwe didomîne. Beriya merasîma cenazeya ya girseyî ya ku wê li Goristana Nalaro ji bo 12 kesên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve li Cizîr, Silopiya û navenda Şirnexê hatin qetilkirin bê lidarxistin, gel ji bo wergirtina cenazeyan li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê kom dibe, yên ji bo tevlî merasîma cenazeyê bibin berên xwe dan Şirnexê jî bi talîmata Walîtiya Şirnexê ve hatin astengkirin.
Koma ku Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, Hevseroka DBP’ê Emîne Ayna, parlamenterên HDP’ê û malbata endama Meclîsa DBP’ê Sêvê Demîr tê de cih digirt, tevî destpêkê destûra ketina bajar hat dayîn jî piştre pêşiya wan li Qereqola Jenderme ya Aslan Başer hat qutkirin. Ji komê tenê destûra ketina bajar dan dayika Sêvê Demîr Sakîne Demîr.
Tê payîn ku di saetên pêş de Şirnexî cenazeyan bi awayekî girseyî bigirin û ber bi rêwîtiya dawî oxir bikin.