Li Nisêbînê YPS Jin hat îlankirin
Jinên Nisêbînê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li dijî îradeya xwerêveberiya gel xistiye meriyetê bi navê “Yekîneye Şehîd Ayten Bagok” ve damezirandina Yekîneyên Parastina Sivîl a Jin (YPS Jin) îlan kir.
Jinên Nisêbînê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li dijî îradeya xwerêveberiya gel xistiye meriyetê bi navê “Yekîneye Şehîd Ayten Bagok” ve damezirandina Yekîneyên Parastina Sivîl a Jin (YPS Jin) îlan kir.
Jinên Nisêbînê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li dijî îradeya xwerêveberiya gel xistiye meriyetê bi navê “Yekîneye Şehîd Ayten Bagok” ve damezirandina Yekîneyên Parastina Sivîl a Jin (YPS Jin) îlan kir.
Jinên Nisêbînê li dijî êrîşên bi mehan e li dijî îradeya xwerêveberiya gel xistiye meriyetê bi navê “Yekîneye Şehîd Ayten Bagok” ve damezirandina hêza xweparastina jinan , Yekîneyên Parastina Sivîl a Jin (YPS Jin) bi merasîmekê ve îlan kir.
Di merasîmê de endama YPS Jin Leyla Nisêbîn axivî, diyar kir ku faşîzma AKP’ê li ser navê mirovahiyê ti bingeha îradeya siyasî qebûl nake, ji ber vê gelê Kurd berxwedana xwerêveberiyê pêş dixe, wiha domand: “Pir vekiriye ku çeteyên AKP’ê bi êrîşên faşîst ve li dijî gelê Kurd di asta herî bilind de polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê dimeşîne. Ev polîtîkayên li ser gelê Kurd pêk tînin, şer û qirkirin e. Mirovên me bêyî cudahiya jin, zaok, ducanî, astengdar û ciwan bixe navberê bi hovîtî qetil dike. Wek tevahî gelê me ji jinan re jî ti mafên demokratîk, siyasî û heta jiyanî nahêlin û her wiha li dijî harmoniya gelên Tirkiyeyê hewl dide zîhniyeta xwe ya paşverû ya yekperest pêk bîne. Lê, wek ew bi xwe jî dizanin êdî gelê Kurd, jin û ciwan vê mêtingeriya ferz dikin qebûl nakin. Û îro jî bi awayekî topyekun kelhên berxwedanê ava kirine û bi berxwedanê ve li mafên xwe digerin. Li dijî van êrîşanên faşîst ên rejîma AKP’ê ev berxwedanên li Kurdistanê û şerê xweparastinê şerekî meşrû ye. Îspata hebûnê ye.”
‘EM TEVAHÎ JINÊN NISÊBÎNÊ DAWETÎ REFÊN BERXWEDANÊ DIKIN’
Nisêbîn bi bîr xist ku di şeran de herî zêde jin û zarok tên qetilkirin, got jin û zarokên Kurd ne bê xwedî ne û xweparastina xwe pêş dixin. Nisêbîn wiha ragihand: “Li hember zîhniyeta serwer a vê desthilatiyê têkoşînek mezin tê raberkirin. Bi taybet hewl didin jinên Kurd tine bikin. Herî dawî ev agirê ku pêxistine wê wan bişewitîne. Em jî wek jinên Kurd, li dijî mêtingeriyê, desthilatiyê û şîdeta li hember jinê li ser esasê YPS yekîneyên xwe ava dikin. Em li vir diyar dikin ku wê qêrînên van dayik û zarokana li holê nemîne. Em wek jin em ê heta jiyanek azad ji gelê xwe re bînin, heta jina Kurd bigihînin serketina azad em ê şerê xwe yê parastina rewa bidomînin. Berxwedana me ya xwerêveberiyê wê bidome. Ji bo tevahî gelê Kurd banga me ye; Em wek berxwedêrên jinên Nisêbînî, em xwe wek Yekîneyên Şehîd Ayten Bagok xwe bi rêxistin bikin. Em di vê berxwedanê de cihê xwe bigirin. Em tevahî jinên Nisêbînê dawetî berxwedanê dikin.”
Piştî daxuyaniyê, merasîm bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî” ve bi dawî bû.