Gerîlaya YJA Starê Jînda Mêrdîn wê li Hannoverê were bîranîn
Gerîlaya YJA Starê Jînda Mêrdîn û hemû cangoriyên bexwedana xweseriya demokratîk wê li Hannoverê werin bîranîn.
Gerîlaya YJA Starê Jînda Mêrdîn û hemû cangoriyên bexwedana xweseriya demokratîk wê li Hannoverê werin bîranîn.
Ji bo gerîlaya YJA Starê Luftiye Bûlût (Jînda Mêrdîn) a di 27'ê Kanûnê de li navçeya Mêrdîn Qoserê jiyana xwe ji dest da, wê li bajarê Elmanya Hannoverê merasîmeke bîarnînê were lidarxistin û serdanên sersaxiyê bên qebûlkirin.
Taziye û bîranîn a bi hevkariya Malbatên Şehîdan, wê di 16'ê Çileyê roja Şemiyê saet di 13:00 de li Navenda Civaka Demokratîk a Hannoverê pêk were.
Malbata gerîlaya YJA Starê Jînda Mêrdîn jî li vir amade be û taziyeyan qebûl bike.