4 ciwanên li Wanê hatin înfazkirin bi dirûşman hatin oxirkirin

Ciwanên bi navê Fûat Akdemîr, Şaban Gunay û Ahmet Ozer ên ku li Wanê hatin înfazkirin, ji aliyê deh hezaran welatiyan ve bi dirûşmên “Dewleta qatil wê hesab bide” û “ Şehîd namirin” ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.

Ciwanê bi navê Fuat Akdemir (Gernas Aras) ê li navçeya Artemetana Wanê bi 11 hevalên xwe re ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve hat qetilkirin, li Goristana Yenikoyê ya Amedê bi beşdariya hezaran welatiyan ve hat oxirkirin. Cenazeyê Akdemir ji cihê şûştinê ya goristanê ji aliyê hezaran welatiyan ve hat girtin û di merasîme de wêneyên Akdemîr ji aliyê welatiyan ve hat vekirin. Di merasîmê de dirûşmên "Tola şehîdên me wê bê girtin" û "Ey şehîd xwîna te li erde namîne" hatin berzkirin. Ligel bi hezaran welatiyan, karkerên şaredariyê, endamên HDP û DBP'ê û nûnerên MEYA-DER'ê beşdarî merasî bûn. 

'EM LI HEMBER VAN KOMKUJIYAN SERÎ NATEWÎNIN'

Piştî vecîbeyên olî cenazeyê Akdemîr hat definkirin û li vir Hevserokê MEYA-DER'ê Hasan Pençe axivî û diyar kir ku gelê kurd di nav pevajoyek dijwar de derbas dibe. Pençe da zanîn ku kujer bi komkujiyan dixwazin çavê gelê kurd bitirsînin, lê nikarin bi wan polîtîkayên xwe yên qirêj bi ser bikevin. Pençe diyar kir ku bi salan e li hember gelê kurd şer tê meşandin û wiha berdewam kir: "Ji vî şerî ti encamek bi dest nexistin. Em wê car li hember komkujiyan natirsin." 
Di merasîmê de Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen jî axivî û destnîşan kir ku li hember van qetlîaman gotin kêm dimînin û wiha got: "Li Zîlan, Dêrsim, Roboskiyê komkujî pêk anîn. Dixwazin bi vî reya qirêj encam bigrin lê ev pêk nayê. Li hember gelê kurd şerêk bêsinc tê meşandin. Ev kesên şerxwaz wê di demên pêş de werin darizandin."
Onen di dawiya axaftina xwe de jî got ku li hember komkujiyên dewletê li Sûr, Sîlopî û Cizîrê li ber xwe didin. 

GUNAY JI ALIYÊ DEH HEZARAN VE HAT OXIRKIRIN

Cenazeyê Şaban Gunay (Serhet Begrewan) ê ku di heman cihî de hat înfazkirin jî li goristana taxa Yenîmahalle ya Wanê ji aliyê ji aliyê deh hezaran kesan ve hat definkirin. Cenazeyê Gunay piştî karên otopsiyê ya li Edlî Tipa Malatyayê ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û welatiyan cenaze bi konvoyek anîn mizgefta Mehmet Reşît Dede ya li taxa AltinTepeyê. Piştî vecîbeyên olî ciwanan cenazeyê Gunay hilgirtin ser milan û heya goristanê bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" cenazeyê Gunay birin. Di merasîmê de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê welatiyan ve hat vekirin û di merasîmê de li hember komkujiyan hêrsek mezin hebû. Di merasîmê de dayîka Gunay, Sadet Gunay jî bi kefiya xwe ya kesk, sor û zer li ser goristana kurê xwe şîn girê da. 

'12 CIWAN BI KOMPLOYEKÊ HATIN ÎNFAZKIRIN'

Li goristanê piştî deqîqeyek rêzgirtinê parlementerê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan axivî û diyar kir ku 12 ciwanên kurd bi awayek hovane hatin înfazkirin. Botan destnîşan kir ku ciwan bi encamek komployê hatine qetilkirin û wiha got: "Roj roja serhildanê ye. Ne roja bêdengiyê ye. Divê hemû gelê serhedê rabe ser piyan û li hemberî çeteyên AKP'ê li ber xwe bide." 

Piştî axaftina Botan birayê Gunay, Engîn Gunay axivî û da zanîn ku birayê wî li hember metîngeriya dewleta tirk li ber xwe daye û di bendeha xayînan de hatiye înfazkirin. 

Her wiha ciwanê bi navê Ahmet Ozer jî li navçeya Kolika Semsûrê ji aliyê malbata xwe ve li goristana navçeyê hat definkirin.

METE JI ALIYÊ HEZARAN KESÎ VE HAT DEFINKIRIN

Piştî karûbarê otopsî yê cenazeyê Ekrem Mete ji aliyê malbat û rêveberên MEYA-DER’ê ve ji Morga Nexweşxaneya Dewletê a Mêrdînê hat girtin. Bi beşdariya parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan, rêveberên HDP’ê û BDP’ê yên navçe û bajaran bi kovoyek a wesayîtan cenzeyê Mete anîn Kerboranê. Cenaze li rawestgeha Deywanê ji aliyê bi hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Bi konvoyek ya ji sedan wesayîtan cenazeyê Mete anîn gundê Xelîla ya girêdayî navçeya Kerboranê. Tabûta mete bi kesk sor û zer pêçan û rakirin li ser milan bi dirûşmên “PKK gele, gel li vire” û “Silav silav ji Ocalan re hezar silav” birin goristana Şêx Xelîl. Li goristan ji bo hemû şehîdên Kurdistanê rêz hat girtin û bi yek dengî çerxa şoreşê hatin gotin.

Piştî cenaze hat definkirin, li ser navê MEYA-DER’ê rêveberê bajarê Mêrdînê Abdûllatîf Tabar axifî û diyar kir ku di demê dawî de li Kurdistanê zarok tên hedfgirtin û tên qetilkirin. Tabar wiha anî ziman: “ Ev çend mehe ku zarokên me tên qetilkirin, li hember vê zîhînyetê heya dawî em ê berxwedanê bikin. Bi saya van şehîdan em têkoşîna jiyanê dikin. zalim çi bikin bila bikin, li hember îradeya berxwedana ciwanên Kurd wê bi ser nekevin. Îro me Ekrem winda kir, lê bi hezaran ciwanên Kurd di rêya Ekrem de dimeşin.”