Bi hezaran kesên cenaze rakirin, dest bi meşê kirin
Bi hezaran kesên cenazeyên 12 ciwanên di êrîşên qirkirinê de hatin qetilkirin rakirin, bi qîrîna dirûşmeyan ber bi Goristana Nalaro ve meşiyan.
Bi hezaran kesên cenazeyên 12 ciwanên di êrîşên qirkirinê de hatin qetilkirin rakirin, bi qîrîna dirûşmeyan ber bi Goristana Nalaro ve meşiyan.
Ji bo wergirtina cenazeyên 12 kesên di êrîşên qirkirinê de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, bi hezaran kes li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê li hev civiyan.
Girseya gel cenaze wergirt û ber bi Goristana Naralo ve dest bi meşê kir.
Gel bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" dimeşe.