Tîmên Taybet ên Tirk li Qoserê 4 welatî qetil kirin/HAT NÛKIRIN II

Hate diyarkirin ku li Qoserê 4 kesên ku ji aliyê tîmên taybet ên Tirk hatine qetilkirine dema di wesayîta xwe de bûn bi gulebarana ji wesayîtên zirxî yên polîsan ve hatine înfazkirin.

Hate diyarkirin ku li Qoserê 4 kesên ku ji aliyê tîmên taybet ên Tirk hatine qetilkirine dema di wesayîta xwe de bûn bi gulebarana ji wesayîtên zirxî yên polîsan ve hatine înfazkirin.

Têkîldarî bûyera qetilkirina 4 kesên li Taxa Tûrgût Ozal a Qoserê detay zelal dibin. Li gor îfadeyên şahidên bûyerê, 4 kesan ku hatine qetilkirin dema di wesayîtê de di nav tevgerê de bûn bi gulebaran ji wesayîta zirxî ve hatine înfazkirin. Şopa bi dehan guleyên li ser wesayîtê jî îfadeyên şahidên bûyerê piştrast dike.

Piştî lêkolîna cihê bûyerê, 4 welatiyên ku ji wesayîta gule lê hatiye barandin derxistin û bi ambûlansê birin nexweşxaneyê.