Êrîşên çeteyan ên li dijî gundên Ezazê didomin

Çeteyên El-Nûsra û Ehrar El-Şam ji gelek milan ve êrîşî nuqteyên Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El-Siwar) ên li herêma Ezazê kirin.

Çeteyên El-Nûsra û Ehrar El-Şam ji gelek milan ve êrîşî nuqteyên Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El-Siwar) ên li herêma Ezazê kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, çeteyên El-Nûsra û Ehrar El-Şam îro ber destê sibehê saet di 04.00 de êrîşî gundên Keştear, Malikiyê û Şewarixa yên Ezazê kirin. 

Li ser vê yekê Artêşa Şoreşgeran a ku van gundan diparêze bersiv da û nehiştin çete li herêmê pêş de biçin.

Çete bi çekên giran, hawan û fuzeyan her sê gundan topabar dikin. Şerê li herêmê dewam dike. Heta niha li ser encamên şerê li vê derê agahiyeke zelal bi dest neketiye.