Li Parîsê bîranîna şehîdan

Li paytexta Fransa Parîsê, 3 gerîlayên HPG'ê û sivîlekî li herêmê bû, ku di şerê li hemberî leşkerên Tirk de roja 26'ê Kanûna 2015'an li navçeya Mêrdîn Kerboranê jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Li paytexta Fransa Parîsê, 3 gerîlayên HPG'ê û sivîlekî li herêmê bû, ku di şerê li hemberî leşkerên Tirk de roja 26'ê Kanûna 2015'an li navçeya Mêrdîn Kerboranê jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Gerîlayên HPG'ê Ferat Amed (Serhat Nazlier), Rêzan Bahoz (Îrfan Erol), Kûrtay Amed (Osman Karadenîz) û Kurdistaniyê bi navê Rêzan Baran ê li herêma şer bû, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyê ya li Parîs Vîllîer le Belê ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan ve hatin bîranîn.

Di merasîma bîranînê de nûnera Tevgera Jinên Kurd Zozan Serhat, siyasetmedarê Kurd Cûma Tak, bavê Leyla Şaylemez Cûmalî Şaylemez, xizmên Rêzan Baran ên li Parîsê dijîn û gelek Kurdistanî amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê siyasetmedarê Kurd Cûma Tak li merasîmê axivî. Tak diyar kir ku gelê Kurd wê êdî di nava rewşeke koledariyê de neyê cîhanê û got, "Kurdan ev kefen çirandin, zincîra koledariyê qetandin. Îro Kurdistan xwînê digirî û dîrok bi welê tê nivîsandin, ku ev yek ji bo Kurdan cihê rûmetê ye."

Nûnera Tevgera Jinên Kurd Zozan Serhat jî da xuyakirin ku feryada her dayikekê, her jinekê ji bo berxwedanê ye û got, "Li Kerboranê, li Nisêbînê di salên 90'î de berxwedan hebû, îro jî heye. Dewleta Tirk jinan qetil dike, cenazeyan bi hefteyan li naverastê dihêle. Li Silopiyayê sê jinên şoreşger ên Kurd qetil kir. Li Stenbolê 2 jin qetil kir. Şerê ku Erdogan daye destpêkirin, ji şerê Hîtler ne cudatir e."

Dûre bavê yek ji şoreşgerên li Parîsê hat qetilkirin Leyla Şaylemez Cûmalî Şaylemez axivî û got, "Li hemberî gelê me komkujî tên kirin. Belê dilê me dişewite, dema komkujî çêbû divê bend werin danîn, xendek bên kolandin. Mizgîniya me li dayikên şehîdan e; azadî nêz e."

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Berxwedana Bakurê Kurdistanê", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû."

...