Dokûmantera 'Sara-Jiyana min her şer bû' li Amedê hat nîşandan

Gala dokûmantera 'Sara-Jiyana min her şer bû' ya li ser jiyana yek ji damezerînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, rastî eleqeyeke mezin hat.

Gala dokûmantera 'Sara-Jiyana min her şer bû' ya li ser jiyana yek ji damezerînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, rastî eleqeyeke mezin hat.

Gala dokûmantera 'Sara-Jiyana min her şer bû' li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn a li Amedê pêk hat. Di dokûmanteran ji 95 deqeyan de, jiyana yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz tê vegotin. Çîroka ji Dêrsimê destpê dike, dîsa li Dêrsimê diqede.

Salona ku dokûmanter lê hat nîşandan, bi qurnefîlan hat xemilandin û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar hatin daliqandin. Bi findan nivîsa "Şehîd Namirin" hat nivîsandin. 

Dokûmanter li 3 salonan hat nîşandan. Tevî Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel û parlamenterên Amedê Sîbel Yîgîtalp, Feleknas Ûca û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a bi Sakîne Cansiz re li Girtîgeha Amedê ma, gelek kesî li dokûmanterê temaşe kirin. Ji ber ku cih li salonan nema, gelek mirovan li ser piyan li dokûmanterê temaşe kirin.

Piştî nîşandana dokûmanterê, temaşevan rabûn ser piyan û demeke dirêj li çepikan dan. Birayê Sakîne Cansiz Metîn Cansiz dûre derket ser dikê û diyar kir ku vegotina Sakîne ne karekî hêsan e û got, "Duh Sakîne û hevrêyên wê qetil kirin, îro hînê jî qetil dikin. Ji tilîliyên jinên Kurd ditirsin. Ti carî dev ji tilîliyên xwe bernedin."

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî da xuyakirin ku jiyana Sakîne Cansiz manîfestoeyke şoreşgerî ye.

Ji amadekarên dokûmanterê Bîrcan Delal Yildiz jî got, "Eger me karîbûn sekna berxwedêr a Sakîne nîşan dabin, hingî ev yek ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Em fîlm diyarî Sêvê, Fatma û Pakîze dikin."