Dewleta Tirk li Cizîrê kesekî din qetil kir

Li Cizîrê, di êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî taxên berxwedanê de kesekî bi navê Ahmet Zirig ji ber guleya li stûyê wî ket, jiyana xwe ji dest da.

Li Cizîrê, terora dewlerta Tirk dewam dike. Kesekî bi navê Ahmet Zirig ê li taxa Cûdî dima, ji ber guleya hêzên dewleta Tirk li stûyê wî ket, bi giranî birîndar bû. Ji ber dorpêçî û êrîşên dewleta Tirk, ambûlansê nekarîbû xwe bigihîne nava taxê. Şêniyên taxê hewl dan Zirig rizgar bikin, lê belê tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin. Cenazeyê Zirig ê tê gotin zewicî ye û rêveberê berê yê MEYADER Şaxê Cizîrê ye, hînê li taxê ye.

Li taxa Cûdî, cenazeyên Şukru Coşkûn û Nebî Katlav ên danê sibehê ji ber êrîşa hêzên dewletê jiyana xwe ji dest dan, ji ber ku ambûlans nikare xwe bigihîne herêmê, hînê li taxê ne. Gel dixwaze cenazeyan rake, lê polîsên Tirk guleyan ber didin gel û nahêlin cenaze werin rakirin.

Duh li taxa Cûdî ji ber topbarana ji tankan, Mûrat Ekîncî (22) û Mûrat Egul (24) jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên Ekîncî û Egul ên tevahiya şevê nikarîbû bihatina rakirin, danê sibehê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.