Nûçegihanê DÎHA hat binçavkirin

Polîsên Tirk danê vê sibehê li Kerboranê avêtin ser malan. Di serdegirtinê de nûçegihanê DÎHA'yê Mûrat Verîm û kesekî bi navê Îrfan Yakût hatin binçavkirin.

Polîsên Tirk danê vê sibehê li Kerboranê avêtin ser malan. Di serdegirtinê de nûçegihanê DÎHA'yê Mûrat Verîm û kesekî bi navê Îrfan Yakût hatin binçavkirin.

Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, polîsan danê sibehê avêtin ser mala nûçegihanê DÎHA'yê Mûrat Verîm. Di serdegirtinê de Verîm hat binçavkirin. Li taxa Tepebaşiyê, polîsan her wiha bi hinceta 'cebilxane lê heye' avêtin ser malekê û kesê bi navê Îrfan Yakût (27) binçav kirin.

Hat ragihandin ku polîsan di dema serdegirtinê de mal serûbin kirine û zerar dane eşyayan. Li gorî agahiyan, polîsên Tirk welatiyê bi navê Îrfan Yakût birine Amîriya Emniyetê ya Kerboranê.