Êrîşên çeteyan ên li hemberî Efrîn û Ezazê dewam dikin

Çeteyan ji danê sibehê ve gundên Malkiyê, Şewarxe, Tinib û Keştear ên Ezazê bi çekên sûîqestê hedef digirin.

Çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên pişta xwe dispêrên dewleta Tirk, êrîşî gundên Efrîn û Ezazê dikin.

Çeteyan ji danê sibehê ve gundên Malkiyê, Şewarxe, Tinib û Keştear ên Ezazê bi çekên sûîqestê hedef digirin.

Çeteyan her wiha bi topên hawanê û çekên giran gundê Basûfanê yê ser bi navçeya Efrîn Şêrawa hedef girtin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk di cih de bersiveke tund dan êrîşên çeteyan.

Şerê li herêmê dewam dike.