Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên di 4'ê Çileyê de li Silopiyayê hatin qetilkirin, li Hewlêrê bi semînerekê hatin bîranîn. Semîner duh li Salona Rewşenbîriyê ya Hewlêrê pêk hat.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, endama RJAK'ê Tara Hisên axivî û bal kişand ser cih û têkoşîna Sakîne Cansiz a di nava şoreşa gelê Kurd de. Hisên got, "Hevrê Sakîne Cansiz, di tevahiya jiyana xwe de her tim bû pêşeng ûher tim ji şoreşa jinê re pêşengtî kir. Şehadeta Sakîne Cansiz ji bo şoreşa gelê Kurd bi taybetî jî ji bo şoreşa jinên Kurd windahiyeke mezin bû."
Piştî axaftina Tara Hisên, li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz sînevîzyonek hat nîşandan.