BI DÎMEN

Li Osloyê meşa edaletê û desteka ji bo berxwedana xwerêveberiyan

Ji bo bîranîna 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin û destekkirina berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê, li Oslo meşek hat lidarxistin.

Ji bo bîranîna 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin û destekkirina berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê, li Oslo meşek hat lidarxistin.

Kurdistaniyên li paytexta Norwêc Osloyê dijîn, bi pêşengiya Komîteya Jinan li ber stasyona navendî ya bajêr li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Em edaletê dixwazin", "Bêdengî dikuje", "Azadî ji bo Ocalan" dest bi meşê kirin.

Kurdistanî ji nava kolana herî qelebalix a Osloyê ya bi navê Karl Johan der basbûn û xwe gihandin ber Parlamenta Norwêcê û li vir mîtîngek lidar xistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, Hevseroka Meclîsa Gel a Oslo Ayser Yuce daxuyaniyek da. Yuce 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin bibîr anî û li ser rewşa dawî ya li Bakurê Kurdistanê agahî da.

Her wiha keçeke biçûk a Kurd a bi navê Ronya, nameya xwe ya bi zimanê Norwêcî ji hemû saziyên mafên mirovan re nivîsandî li vê derê xwend. Di nameyê de Ronya ji saziyên wekî UNICEF, Amnest International û yên mafên zarokan diparêzin xwest, ku bêdeng nemînin û li hemberî terora dewleta Tirk a li dijî zarokên Kurd dimeşîne, derkevin.

Di vê navberê de Meclîsa Gel a Osloyê her rojên Pêncşemê saet di navbera 14:00-16:00 de li meydana Egertorgetê standê vedike û li ser rewşa Kurdistanê agahiyan dide raya giştî.