Polîsên Tirk avêtin ser avahiya DBP'ê ya Milazgirê

Polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser avahiya DBP'ê ya navçeyê û gelek malan. Di serdegirtinan de herî kêm 6 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Mûş Milazgirê, polîsên tîmên taybet ên Tirk danê sibehê bi ser avahiya DBP'ê û li gelek malên li navenda navçeyê û gundên Hanoglu, Yenîkoy , Karakoy û Hasretpinarê de girtin. Tîmên taybet ên avahiya DBP'ê dorpêç kirin, ketin hundirê avahiyê û bi saetan li lêgerîn kirin. Piştî lêgerînê gelek pirtûk û belgeyên ku xebatên partiyê ne hatin destserkirin. Tîmên taybet li navenda navçeyê jî bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de Îsmet Yalçin û Ahmet Hinil hatin binçavkirin. 

Di serdegirtinên li gundên Hanoglu, Yenîkoy , Karakoy û Hasretpinarê de jî welatiyên bi navê Yilmaz Çîftçî, Kemal Uzer, Erkan Çetîn û welatiyê bi navê Mehmet Siddik ê paşnavê wî nehat hinbûn hatin binçavkirin. 

Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Milazgirê.