Arkeolog vegeriyan Shanîdarê
Piştî ku DAIŞ li Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin, zanyar vegeriyan Şikefta Shanîdarê, ku yek ji wargehên berê yên Neanderthalan e.
Piştî ku DAIŞ li Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin, zanyar vegeriyan Şikefta Shanîdarê, ku yek ji wargehên berê yên Neanderthalan e.
Şikefta ku Netanderthal beriya 40 hezar salî lê jiyan, ji ber ku nîşaneyên li ser rîtuelên veşartina miriyan lê heye, gelekî girîng e. Li şikefta ku di sala 1957'an de hat kifşkirin, beriya ku DAIŞ êrîşî Başûrê Kurdistanê bike, heyetek ji 45 arkeologan a ji 16 welatan dixebitî.
Tevî ku bakurê Hewlêrê li gorî deverên din hinekî din ewle bû jî, arkeologên biyanî ji ber pêşdeçûna DAIŞ'ê herêm terikandibûn. Lê belê piştî ku di dema DAIŞ'ê de DAIŞ hat qelskirin, dest bi vegera li herêmê kirin.
Herî dawî di kovara Antîqûîty de encamên lêkolîneke nû hatin weşandin. Hat ragihandin ku li Shanîdarê hin hestiyên nû yên Neandarthalan hatine dîtin û hat gotin ku lêkolîna li ser van dewam dike.
Li ser hestiyên li Şikesta Shanîdarê beriya niha hatibûn dîtin, şopa gelek polenan hatibû dîtin û zanyar li ser mijara, rîtuelên veşartina miriyan a Neandarthalan sekinî bûn.