Hevserokên HDP û DBP ên Bêrecûkê hatin girtin-HAT NÛKIRIN

Ji kesên li navçeya Riha Bêrecûkê hatin binçavkirin, Hevserokên HDP û DBP ên navçeyê jî di nav de 5 kes hatin girtin.

Hevserokên HDP û DBP û Serokê EMEP'ê jî di nav de 11 siyasetmedarên di serdegirtinên li tax û malên navçeya Riha Bêrecûkê hatin binçavkirin, duh êvarê sewqî Edliyeya Navçeyê hatin kirin. Dozgeriyê piştî girtina îfadeyê, bi daxwaza girtinê hemû siyasetmedar sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê kir.

Dadgehê 6 kes serbest berda, lê belê Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Hasan Yildiz, Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Yûsûf Yeşîltepe, endama Meclîsa Giştî ya Bajêr Aliye Kizildamar, rêveberê DBP'ê yê Navçeyê Huseyîn Karayilan û endamê HDP'ê Omer Karadag bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" û "endamên rêxistinê ne" hatin girtin.

Siyasetmedarên hatin girtin, şandin Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê.

Li aliyê din Hevserokên HDP'ê yên Bûrdûrê Gulîstan Akdag û Abdulvahap Tûnçay jî duh êvarê hatin girtin û dadgeriya Tirk ew şandin girtîgehê.