Parlamenterên HDP'ê: Ya li Wanê qewimî ne şer e, înfaz e
Li Wanê, hêzên dewleta Tirk danê sibehê avêtin ser malekê. Di serdegirtinê de 12 ciwan hatin înfazkirin. Li ser nasnameya ciwanên hatin înfazkirin, ti daxuyanî nehat dayîn.

'BÛYER NE ŞER E, ÎNFAZ E'
Parlametnerê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan der barê mijarê de ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku 12 cenaze rakirine morga nexweşxaneyê û yên ciwanên 18-25 salî ne. Botan diyar kir ku piraniya ciwanên jiyana xwe ji dest dane, gule li serê wan ketine û destnîşan kir, ku ev bûyer ne şer e, înfaz e. Lezgîn Botan da xuyakirin ku cihê bûyerê û nexweşxane bi temamî hatine dorpêçkirin.
'DI ŞEREKÎ DE, NEPÊKAN E KU GULE BI TENÊ LI SERÊ HER KESÎ BIKEVE'
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer jî got, "Yek ne di nav de, hemû ciwan bi guleya li serî ketî jiyana xwe ji dest dane. Yên jiyana xwe ji dest dane hemû ciwan in û kincên sivîl li wan in. Yên cenaze dîtin ev ji me re gotin. Di şerekî de gule bi tenê li serê her kesî nakeve. Tiştekî bi vî rengî ne pêkan e. Bûyera qewimiye, înfaz e. Nexweşxane vala kirin. Nexweşxane bi temamî hatiye dorpêçkirin."