Komkujiyên Parîs û Silopiyayê hatin şermezarkirin

Ji Ewropa heta Awûstralya û Amerîkayê Kurdistanî û dostên wan duh li qadan bûn.

Çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk, dewam dikin. Ji Ewropa heta Awûstralya û Amerîkayê Kurdistanî û dostên wan duh li qadan bûn.

TORONTO: Li bajarê Kanada Torontoyê, ciwanên Kurd li kolana Dundas&Yonge ya bajêr li hev civiyan û komkujiya Parîsê û terora dewleta Tirk a li Kurdistanê şermezar kirin. Ciwanan li ser armanca çlakiya xwe belavok belav kirin û agahî dan mirovên li derdorê. Çalakiya ciwanan bi qasî du saetan dewam kir.

SYDNEY: Bi heman armancê li bajarê Awûstralya Sydneyê, Kurdistanî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan. Di çalakiyê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û sê jinê Kurd ên li Silopiyayê hatin qetilkirin, hatin bîranîn. Leyla Dag di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd bi taybetî li dijî jinên Kurd û destnîşan kir, ku ew ê li ser şopa şoreşgerên hatin qetilkirin, bimeşin. Nûnerê KNK'ê yê Sydneyê Îsmet Taşkan jî li civînê peyivî. Taştan bi bîranîna şehîdên Parîs û Silopiyayê dest bi axaftina xwe kir û bang hişyariyê kir.

SWÊD: Di salvegera sêyemîn a komkujiya Parîsê de, Kurdistaniyên li bajarên Swêd Goteborg û Malmo dijîn daketin qadan û jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, bibîr anîn. Çalakiya li Goteborgê li Parka Brûnparken a li Malmo jî li meydana Molavantorgetê pêk hat. Di çalakiyên li her du bajaran de komkujiyên li Parîs û Silopiyayê hatin şermezarkirin û berxwedanên xwerêveberiyê hatin silavkirin.

ÎNNSBRUCK: Kurdên li bajarê Awûstûrya Înnsbruckê dijîn jî bi pêşengiya Komîteya Jinê ya Amara ya Tîrolê li hev kom bûn. Di çalakiyê de jinên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, hatin bîranîn.

KÎEL: Li bajarê Elmanya Kîelê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên Parîs û Silopiyayê, bi sedan Kurdistanî li meydana Asmûs Bremer Platzê hatin cem hev û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar hilgirtin. Di çalakiyê de tevlî axaftinan, li ser armanca çalakiyê belavok hatin belavkirin.

PARÎS: Greva birçîbûnê ya endamên Federasyona Yekîtiya Elewiyan li Ewropayê, ku li komeleya Parîs Vîllers Le Belle dane destpêkirin, dewam dike. Çalakiya ku 15 kes lê amade ne, di roja sêyemîn de ye.

...