Li Cizîrê terora dewletê: Du ciwan hatin qetilkirin-NAT NÛKIRIN

Li Cizîrê, terora dewleta Tirk û berxwedana gel a li dijî vê terorê di roja 28. de dewam dikin. Di êrîşên duh bi şev de 2 ciwanên din hatin qetilkriin.

Li Cizîrê, ku ev 28 roj in terora dewletê bênavber lê dewam dike, 2 ciwanên din hatin qetilkirin.

Êrîş û terora dewleta Tirk a li hemberî vîna xwerêveberiyê ya gelê Cizîrê, di roja 28. de ye. Gelê Kurd li hemberî tank û topên dewleta Tirk berxwedana xwe didomîne. Li navçeyê duh bi şev jî şerekî dijwar qewimî. Polîs û leşkerên Tirk ên xwestin ji Girê Cahferî Sadik, ji Girê Dibistana Seretayî ya Saît Atak û ji herêma Çarkendal bikevin nava taxa Cûdî, ji danê sibehê û pê ve bi tank û maşînên zirxî êrîş kirin.

Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bersiveke tund da leşker û polîsên Tirk ên xwestin ji sê aliyan ve bikevin nava taxê. Şerê ku nîvê şevê destpê kir, ber destê sibehê dijwar bû. Hat ragihandin ku di vî şerî de miriyên leşker û polîsan hene.

Polîs û leşkerên xwestin ji aliyê Kolana Mezbahaneyê bikevin nava taxê, gule li taxê reşandin. Ji ber vê gulereşandinê, herî kêm 2 kesên ku nasnameyên wan nehat hîn bûn, jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku cenaze hatine rakirin. Leşker û polîsên Tirk di encama berxwedana hêzên YPS'ê de xwe vekişandin girê jê hatin û ji van deran bi tank û topan êrîşî taxê kirin.

DUH DU CIWANÊN DIN HATIBÛN QETILKIRIN

Hêzên dewleta Tirk duh li Cizîrê ciwanên bi navê Mûrat Ekîncî (22) û Mûrat Egul (24) qetil kiribûn.

Di vê navberê de, cenazeyê kesekî din li taxa Yafes a Şirnexê hat dîtin. Cenaze bi awayek parçekirî hat dîtin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Tê îdîakirin ku cenaze dibe ku yê Hacî Tangût (32) ê astengdar be, ev roj in agahî jê nayê girtin.