BI DÎMEN

Bi ruhê Sarayan Cizîr, Silopiya, Sûr û Kerboran li ber xwe didin

Gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Şengalê, der barê komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an de ji ANF'ê re axivîn. Gerîlayan destnîşan kirin ku bi ruhê Sarayan îro li Cizîr, Silopiya, Sûr û Kerboranê berxwedan tê nîşandan.

Gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Şengalê, der barê komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an de ji ANF'ê re axivîn. Gerîlayan destnîşan kirin ku bi ruhê Sarayan îro li Cizîr, Silopiya, Sûr û Kerboranê berxwedan tê nîşandan.

'EM RUHÊ SARAYAN MÎNAK DIGIRIN'

DENÎZ ARARAT: Dema hevala Sara tê gotin, beriya her tiştî têkoşîna wê tê bîra mirovan. Bi taybetî jî têkoşîna wê ya li zîndana Amedê. Bi berxwedana xwe ya li hemberî teslîmiyet û êrîşên hovane nîşan da re, ruh dida hevalan. Sekna wê, ji wê rojê heta îro ji Şengalê heta Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dibe mînak ji hemû milîtanan re. Heta dawiya emrê xwe em ê hevrêtiya wê ji xwe re mînak bigirin. Dijmin bi qetilkirina hevala Sara re peyama 'Eger hûn ji çarçoveya me derkevin, em ê we hemûyan qetil bikin' da Rêbertî, gel û tevgera azadiya jinê. Di şexsê hevala Sara de dijmin xwest têkoşînê biqedîne. Lê belê têkoşîna me ya azadiyê, bi ruhê têkoşîn û berxwedanê yê li Kobanê û Şengalê re derxist holê, bersiv da dijmin. Ev ruh ruhê Sakîneyan, Bêrîtanan û Kemalan e. Heman ruh îro li Cizîr, Silopiya, Sûr, Kerboranê li ber xwe dide.

'DI KESAYETIYA XWE DE JINA KURD JI NÛ VE AFIRAND'

NÛJÎN AMED: Di şexsê hevala Sara de ez hemû şehîdên me yên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînim. Hevala Sara di nava têkoşîna azadiyê ya jinê de hevaleke pêşeng bû. Di şexsê hevala Sara de têkoşîna azadiya jinê û artêşbûyîna jinê destpê kir. Di kesayetiya xwe de jina Kurd ji nû ve afirand. Bi qasî di bîrdoziya azadiya jinê de, di nava civakê de jî ji jinê re pêşengî kir. Ji tevahiya jinên cîhanê re bû pêşeng. Nasnameya jina azad di kesayetiya hevala Sara de şênber bû.

Êrîşa li hemberî hevala Sara, dewama komploya li hemberî Rêber Apo ye. Di şexsê hevala Sara de xwestin derbê li tevgera azadiya jinê û tevgera azadiya gelê Kurd bixin. Vê komployê bi tenê nasnameyek hedef negirt, nasnameya azadiyê bi temamî hedef girt. Pêşvebirina tevgera azadiya jinê, bi qasî pûçkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêbertî, di heman demê de pêwîstiya dilsoziya bi bîranîna hevala Sara re ye. Em biryardariya vê dijîn. Îro li çiyayê Şengalê jin xwe ji nû ve diafirîne. Li Bakurê Kurdistan berxwedan bi pêşengiya jinê tê meşandin. Ev têkoşîna ku di şexsê hevala Sara de tê meşandin îro di asta şoreşê de ye. Rizgariya Şengalê tê wateya azadkirina jinên Êzidî, tê wateya hilanîna tola hevala Sara.

'WEKE YJA STAR EM Ê TOLA WAN HILÎNIN'

BERÇEM PENABER WELAT: Mîna ku hevala Sara bi xwe got; 'Jiyana min her şer bû'. Bi rastî jî jiyana wê bi her awayî bi şer derbas bû. Ji aliyê ramanî ve şer kir, li dijî ferasetan şer kir, li hemberî kêmasiyan şer kir. Jiyana wê bi şerê di vî warî de derbas bû. Û di vî şerê de jî serketî bû. Mirov dikarin bêjin ku şerê wê gihaştiye azadiyê.
Hevalek bi hevrêtiya xwe re mînakdar bû. Sekna wê ji bo me her tim bû mînak. Weke YJA Star em ê tola hevalên Sara, Rojbîn û Ronahî hilînin.

...