BI DÎMEN

Dewleta Tirk li Bern û Kasselê hat şermezarkirin

Li bajarê Swîsre Bernê bi sedan Swîsreyî li dijÎ komkujiyên dewleta Tirk li qadên xwerêveberiyê dike, daketin kolanan. Li bajarê Elmanya Kasselê jî Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê standek vekir.

Li bajarê Swîsre Bernê bi sedan Swîsreyî li dijÎ komkujiyên dewleta Tirk li qadên xwerêveberiyê dike, daketin kolanan. Li bajarê Elmanya Kasselê jî Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê standek vekir.

Nerazîbûna li terora dewleta Tirk a li Kurdistanê dimeşîne, li gelek welatên Ewropayê dewam dike. Vê carê Swîsreyî li hemberî komkujiyên dewleta Tirk daketin qadan. Li bajarê Swîsre Bernê, tevî Anarşîstan, koma Revolutionaerer Aufbau, Antî-Kapîtalîst û Antî-Faşîst gelek komên çep û alternatîf ên Swîsreyî li dijî komkujiyên dewleta Tirk Kurdistanê dike, meşiyan.

Bi sedan Swîsreyî li yek ji cihên herî qelebalix ên bajêr li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û bi vekirina pankartên bi nivîsa "Em destekê didin biryara xweseriyê ya gelê Kurd, kmkujiyan bisekinînin", "Amed, Sûr, Silopiya, Cizîr, Nisêbîn... vê qirkirinê bisekinînin" dest bi meşê kirin. Girseya gel bi qasî du saetan li nava kolanên herî qelebalix ên bajêr meşiya, dirûşme qîriya, sirûd û stranên bi zimanên cuda got û rastî eleqeyeke mezin hat. Di dema meşê de çalakgeran li gelek nuqteyan li ser rewşa li Kurdistanê daxuyanî dan û li gelek cihan pankartên bi nivîsa "Erdogan ê kujer bisekinînin, komkujiyan bisekinînin" daliqandin.

Girseya gel piştre li ber avahiya Parlamenta Federal a Swîsreyê li hev civiya. Li ser navê koma Revolutionaerer Aufbau berdevk Andrea Staûffacher li vir axivî û diyar kir ku ew destekê didin biryara xweseriyê ya Kurdan û komkujiyên dewleta Tirk şermezar kir. Staûffacher bal kişand ser desteka li qada navneteweyî ji têkoşîna li Rojava re tê dayîn û bang kir ku li dijî bloka emperyalîst hem li Rojava hem jî li Bakurê Kurdistanê piştgiriya şoreşger a navneteweyî were xurtkirin. Staûffacher her wiha ragihand ku ew ê li Swîsreyê di tevahiya dema Forûma Aboriyê ya Cîhanê de çalakiyên xwe bidomînin û banga beşdariya li van çalakiyan kir. 

Piştî daxuyaniya li ber Parlamentê, kom li ber sirûd û dirûşmeyan heta Reîtschûle meşiya û li vir dawî li çalakiya xwe anî.

KASSEL

Li bajarê Elmanya Kasselê jî, komek ji xwendekarên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê tên kirin, li Konîngsplatz a li navenda bajêr e, stand vekir. Di çalakiyê de xwendekarên Kurd li ser êrîş û komkujiyên dewleta Tirk li qadên xwerêveberiyê dike, agahî dan.

...