Akyurek ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin

Cenazeyê Kerem Akyurek ê ji aliyê tîmên tevgera taybet ve hat qetilkirin, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Ciwanê bi navê Kerem Akyurek (19) ê li taxa Firata Nisêbîna Mêrdînê bi hevalê xwe Huseyîn Akyuz re di encama êrîşa hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest da, li Nisêbînê ji aliyê bi hezaran kesî ve cenazeyê wî spartên axê. Cenazeyê Akyurek piştî otopsiyê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê ji aliyê malbat û rayedarên MEYA-DER’ê ve hate wergirtin û bi karwanek wesayîtan anîn Nisêbînê. Karwanê wesayîta cenaze li Qada Newrozê bi berzkirina dirûşman hate pêşwazîkirin. Li ber Mala Sersaxiyê ya Taxa Devrîmê ya li Qada Newrozê merasîma cenaze hate li darxistin û gel li hember êrîşan û qetilkirinê hêrsa xwe anî ziman. 

'ROJ ROJA XWEDÎDERKETINA LI BERXWEDANÊ YE'

Di merasîmê de rêveberên HDP, DBP, MEYA-DER, hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê, aktîvîstên KJA’yê, nûnerên saziyên civakî û bi hezaran kes amade bû. Di merasîmê de ji bo cangoriyên azadiyê û şoreşê deqeyek rêzgirtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê Hevseroka MEYA-DER’a Mêrdînê Semîre Demîrel axivî û diyar kir ku ew pêkanîn û zilma dewletê qebûl nakin û wiha got: “Çawa ku Mazlum û Kemalan li zîndana Amedê agir dan bedena xwe û dest bi berxwedanê kirin em ê jî îro vê berxwdana gûr bikin. Ev tecrîdek li ser neqebûlkirina nasnameya gelê kurd e. Kesê dibêje ez kurd im di çavê wan de ‘terorîst in’. Îro roj roja bêtir xwedîderketina li nasname û berxwedanê ye."

Hevserokê HDP’a Mêrdînê Musa Alkan jî destnîşan kir ku ew di şexsê hevrêyê xwe Kerem de hemû cangoriyên şoreşê bibîr tînin û got ku ev sedsal sedsala gele kurd û gelan e. Alkan da zanîn ku wê hêzên kompleger têk biçin û wiha axivî: “Di vî aliyê de baweriya me mezin e. Em bi vê baweriyê xebatên bidin meşandin. Ev şer ne şerê me ye yê dewletê ye. Her ku gelê kurd yekîtiyê û demokrasiyê dixwaze, lê me qetil dikin û politikaya şer didin meşandin. Îro li Cizîr û Silopî bedenên me bêgiyan li erdê ne. Bi vê yeke li hember daxwaza demokrasiye şer didin meşandin.” 

Her wiha di merasîmê de xizmê Akyurek, Nîmet Erek jî axivî û anî ziman ku roj roja hin bêtir hevgirtin û xwedîderketina li berxwedanê ye. 

Erek destnîşan kir ku roj roja bazirganî û karkirinê nîne û wiha got: "Îro roja xwedî derketina hebûnê ye. Ev dijminê xedar ji bo me ji hev belav bike û rêxistinê me perçe bike wê hêj bêtir bi ser me ve bê. Em ê tevî hemû êrîşan xwedî li axa xwe û berxwedana xwe derbikevin.” Di merasîmê de herî dawî endama Meclîsa Dayika Aşîtiyê Afîfe Yıldırım axivî û bilêv kir ku heta ew yek kes jî bimînin dê li berxwe bidin û got ku ew ê tu carî ji ser axa xwe koçber nebin û li hember tank û topan gavek jî paş ve nabêjin. 

HEVRÊYÊN AKYUREK DARBEST HILDAN SER MILAN

Piştî axaftinan gel û hevrêyên Akyurek darbestê hildan ser milan û ber bi Goristina Hecacan ve dest bi meşê kirin. Di meşê bê navber sloganên “Hevrê Kerem namire”, “Ey şehit xwîna te li erdê namîne”, “Qatil dewlet wê hesap bide” û “Bijî berxwedana Nisêbînê” hatin berzkirin. Li ser rêya meşê bi sedan welatî tevlî meşê bûn û hêrsa gel a li hember qetlîaman serdest bû. Cenaze ji bo nimêje birin Mizgefta Kişla yê û li vir nimêja cenaze hate kirin. Piştî nimêjê carek din gel darbestê hilda ser milê xwe û dest bi meşê kir. Meş li ser goristanê bi dawî bû û cenazeyê Akyurek li gel berzkirina sloganan hate definkirin.