Ji bo jinên hatin qetilkirin li Hezexê daxuyanî
Li Hezexê ji bo siyasetmedarên jinên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin jinan daxuyanî dan, banga xwedîderketina xwerêveberiyan li her kesî kirin.

Li navçeya Hezex a Şirnexê di pêşengiya Kongreyê Jinên Azad (KJA) û Jinên Ciwan ên Azad Demokratîk (ODGK) de ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin û Endama Desteya Rêveber a KJA Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gelê Silopiyayê Pakîze Nayir û endama KJA Fatma Ûyar ên 3 roj berê li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê hatin qetilkirin daxuyaniya çapemeniyê hat lidarxistin. Daxuyaniya li Parka Aştî pêk hat bi tevlîbûna rêveberên DBP’ê û HDP’ê yên navçeyê û gelek kesan pêk hat. Di çalakiyê de daxuyanî ji aliyê endama KJA Elfesya Nas hat kirin.
Nas diyar kir ku li Parîsê jî li Silopiyayê jî siyasetmedarên jinên Kurd ji aliyê hêzên dewletê bûne hedefên taybet û di şexsê wan de têkoşîna azadiya jin hatiye hedefgirtin. Nas ragihand ku qetilkirina 3 jinên li Silopiyayê hêrsa dewletê ya li dijî xwerêveberiyan e, wiha got: “Em wek jin em ê li hember ti êrîşan paş de gavan navêjin. Em wek jin bang li tevahî gelê Kurdistanê û gelên Tirkiyeyê dikin ku li berxwedanên xwerêveberiyê xwedî derkevin.”