Kurdistan û Tirkiye ji bo jinên şoreşger ên hatin qetilkirin daketin kolanan
Ji bo 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin bîranîn didomin. Di bîranînên ku polîsan êrîş kirê de jin û gel xweparastin pêk anîn. Li hin bajaran polîsan çalakvan binçav kirin, li êrîşên nîjadperestan jî temaşe kirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
şemî, 9 rêbendanê 2016, 16:37
Di pêşengiya jinan bi deh hezaren kesên ku di salvegera qatlîama Parîsê de daketin qadan qatlîamên Parîs û Silopiyayê şermezar kirin. Di çalakiyan de ligel astengî û êrîşên hêzên dewletê, jinan biryarbûna xurtkirina têkoşîna azadiyê nîşan dan.
AMED
Bi hezaran jinên ku bi pêşengiya KJA'yê hatin cem hev qatlîam şermezar kirin. Jinên ku li ber avahiyên DBP'ê yên Rezan, Peyas û Yenîşehîrê hatin cem hev ber bi Batikentê ve dest bi meşê kirin. ligel êrîşa polîsan jin hatin Batikentê. Bi sedan kesên ku ji Peyas û Yenîşehîrê meşiyan jî ligel astengiya polîsan gihiştin Batikentê. Bi hezaran kesên hatin Batikentê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên jinên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hilgirtin. Jinan xwestin ji vir ber bi Îstasyonê bimeşin lê polîsan qad dorpêç kirin û asteng kirin. Ji ber ku di hevdîtinan de encam nehat girtin li vir daxuyanî hate dayîn.
Piştî Rêzgirtinê Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek axivî û got ku ew ê têkoşîna xwe xurtir bikin. Îpek ev tişt anî ziman: "Em felsefeya Rêber Apo ji xwe re mînak digirin. Em heta îro bi Rêber Apo re meşiyan em ê îro şun de jî meşa xwe bidomînin."
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna jî got ku gelê Kurd bi sedan salan e têkoşîna demokrasiyê dide û helbesta Paplo Neruda ya "Hûn hemû kulîlkan birûçikînin jî hatina biharê nikarin asteng bikin" xwend û got ku bi qetilkirina gelê Kurd azadî nikare bê astengkirin û gotina "Em tune nabin" bi kar anî.
Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî kesên di têkoşîna azadiyê jiyana xwe dest dane silav kir û got ku ew ê tu caran paş ve gav neavêjin.
Pişte bijarte çûn serdana malbatên ku ev 8 roj in ji bo cenazeyên zarokên werbigirin di grevê de ne.
NISÊBÎN
Aktîvîstên Kongreya Jinên Azad (KJA) ên herema Mêrdînê bi boneya salvegera qetilkirina 3 jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û 3 jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir şerezar bike li ber avahiya Rêxistina DBP'ê ya Nisêbînê hatin cem hev. Girseya Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, Hevşaredar Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akay Akyol, hevşaredarên DBP’î yên herema Mêrdînê, Aktîvîstên KJA’yê, Endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê, gelek jin û welatî di nav de heta Navenda Çanda Mîtanî meş li dar xist.
Di meşê de pankarta ku wêneyên her 6 jin hebûn bi nivîsa “Ji Sakîneyan heta Sêvêyan rêya we rêya me ye” hate hildan. Jinan bê navber sloganên “Jin jiyan azadî”, “Bijî xweserêya Kurdîstan”, “Bijî Serok Apo” û “Şehît namirin” berz kirin. Her wiha di meşê de jinan li hember komkujiyên dewletê hêrsa xwe anîn ziman. Meş li ber Navenda Çanda Mîtanî bi dawî bû û li virdaxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de ewil Hevseroka DBP’a Mêrdînê Perîxan Agaoglu axivî û bibîr xist ku di salvegera qetilkirina 3 jinên Kurd li Parîsê hatin qetilkirin û got ku di heman rojê de li Silopî 3 hevalên wan din hatin qetilkirin. Agaoglu destnîşan kir ku ew ê berxwedana jinên Kurd ên Kurdîstanê bilind bikin.
‘EM ŞÎNÊ NAKIN EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BILIND BIKIN’
Piştî Agaoglu Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Aysel Erol daxuyanî xwend û diyar kir ku qetilkirina 3 jinên li Parîsê û Silopî hatin bi awayekî hovane ku hatin qetilkirin bibîrxist û got ku ev qetilkirin ji bilî li dijî sekna bîrdoziya jinên Kurd ji pêdetir nîne. Erol anî ziman ku ew ê bi têkoşîn û berxwedana jinê polîtîka û êrîşên îmhayê yên li ser gelê Kurd û jinan vala derbixin. Erol da zanîn ku ew ne di şênî de ne û got ku ew ê têkoşînê xwe bilind bikin.
Daxuyanî bi berzkirina slogana “Jin jiyan azadî” bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê jin derbasî Salona Şanoyê ya Sarya ya Navenda Çanda Mîtanî bûn û li sînevziyona li ser jiyana 3 jinên li Parîsê hatibûn qetilkirin hate pêşandan.
ÎZMÎR
Jinên ku ji bo şeremzarkirina qatlîama Parîsê li cadeya Kibris Şehîtlerî haten cem hev rastî êrîşa polîsan hatin. Berêya ku çalakî dest pê bike polîsan jin dorpêç kirin û piştî ku jinan pankarta ku wêneyê 3 jinên şoreşger vekirin û dirûşma "şehîd namirin" berz kirin" êrîş kirin. Polîsan jin li erdê kaş kirin û piştre jî HEvseroka HDP'ê ya Îzmîrê Dîlek Aykan jî di nav de 35 jin hatin binçavkirin.
Dema êrîşê de polîsan nûçegihanê DÎHA'yê Serfiraz Gezgîn û nûçegihana Kizilbayrakê Hatîce Erhan jî ji bo dîmen nekişînin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan hewl dan ku nûçegihanan bi derbkirinê binçav bikin lê piştî ku rojnagerên din nerazîbûn nîşan dan hatin berdan.
Hate hinbûn ku jinên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.
HATAY
Bi sedan jin li ber Kunufecîlerê ji bo bîranîna jinên şoreşger hatin cem hev. Dema ku li ser navê Meclîsa Jinan a HDP'ê Sultan Tayfur dema ku diaxivî kesekî nijadperest xwest êrîşî komê bike. Polîsan balkêş e kesê navborî li cihê çalakiyê dur nexist û kesê navborê êrîşên xwe berdewam kir. Piştre çend kesên din jî hatin cem êrîşkar. Polîsan mudaxaleyî êrîşkaran nekirin lê xwestin mudaxaleyê jinan bikin û hewl dan jinan yek bi yek belav bikin. Lê jinan ev pêkanîn qebûl nekirin û bi awayeke komî belav bûn.
Li cadeya Saray a Antakyayê jî komek jin derketin şaneşîna cafeyekî û pankarta wêneyên 6 jinên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin daliqandin. Polîsan xwestin jinên ku pankart vekirin bin çav biki.
Li navçeya Îskenderunê jî jin li taxa Buluttepeyê hatin cem hev. Jinan li vir daxuyanî dan. Piştî daxuyaniyê jin di rûşman ve belav bûn.
SÊRT
Hevparên KJA'yê li ber avahiya HDP'ê ya Sêrtê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlanetera HDP'ê Feleknas Uca li vir axivî û diyar kir ku ligel ku li ser qatlîama Parîsê 3 sal derbas bû jî birîna wan hê jî teze ye û qatlîama Silopiyayê ji ya Parîsê qutkirî nîne. Uca anî ziman ku îdianameya qatlîama Parîsê ev 3 sal in amade ye lê dosya hatiye Enqereyê jî nehatiye ronîkirin. Uca got ku ew ê di şopa Sakîne, Fîdan, Leyla, Sêvê, Fatma û Pakîze de bimeşin hesabê qatlîamê bipirsin. Uca piştî axaftina xwe de got ku cenazeyên jinên ku li Silopiyayê hatin qetilkirin li Şirnexê ne, cenaze dê di 11'ê çileyê de bên wergirtin û ji bo vê yekê banga tevlibûna meşa ku dê pêk bînin kir.
COLEMÊRG
Bi sedan jinên ku li ber avahiya HDP'ê hatin cem hev meş li dar xistin. Polîsan bi bombeyê gazê êrîşî jinan kir. Lê ligel êrîşan jî di meşê de israr kirin û bi parastina cewherî berbiv dan êrîşan û heta Şaredarêya Colemêrgê meşiyan. Li vir li ser navê KJA'yê Fatma Acar axivî û got ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Piştî daxuyaniyê polîsan rasterast bombeyên gazê avêtin derûdorê.
QERS
Bi sedan welatiyên ku li ber avahiya DBP'ê kom bûn heta peykerê Hespê ve meşiyan. Li vir Hevseroka HDP'ê ya Qersê Sevda Subaşi axivî û diyar kir ku qatilkirina hevalên wan dewletê xwestiye peyama ku dê desturê nedin aştiyê daye. Piştre jî Hevseroka DBP'ê Şengul Mehmetoglu axivî û ew bi biryarin ku rêxistinbûna xwe mezin bikin. Piştre jin derbasî avahiya DBP'ê bû li vir sînevîzyon temaşe kir.
WAN
Piştî meşa ku ji Parka Feqiyê Teyran heta Parka Musa Anter Hevseroka HDP'ê ya Wanê Denye Hayva axivî û diyar kir ku qatlîam li dijî têkoşîna jinan a birûmet hatiye kirin. Parlamentera Wanê Tuba Hezer jî ew têkoşîna xwe xurtir bikin. Jin piştre derbasî Navenda Çandê ya Nûdayê bûn û li vir şanoya "Şîn nîne berxwedan e" tenaşekirin.
Li Ebexê jî jinên şoreşger hatin bibîranîn û qatlîam hate şermezarkirin. Sînevîzyon hate temaşekirin.
MÛŞ
li navçeya Milazgîrê jinên ku li ber avahiya DBP'ê kom bûn daxuyanî dan. Hevşaredara Milazgîrê Memnune Soylemez axivî û diyar kir ku feraseta qatlîamker êrîşî gelê Kurd û nirxên gelê Kurd dikin. Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.
AGIRÎ
Jin bi pêşengiya KJA'yê hatin cem hev li Navenda Çandê ya Semayê merasîma bîranînê li dar xistin.Piştî axaftinên ku hatin kirin xwendekarên Navenda ÇAndê helbestên ku ji bo 3 jinên şoreşger nivîsandine xwendin. Piştî sînevîzyona hate pêşandan merasîm bi dawî bû.
Li navçeya Bazîdê jî jin bi pêşengiya KJA'yê li ber avahiya DBP'ê kom bûn. Qatlîam bi daxuyaniyê şermezar kirin. Hevseroka HDP'ê Hamîde Turan axivî û diyar kir ku qatlîam bi taybetî li dijî jinên Kurd bi giştî jî li dijî hemû gelê Kurd e.
ERZIROM
Bi sedan welatiyên ku li semta Mahallebaşi hatin cem hev ligel nêzîkatiyê polîsan ên provokatîf daxuyanî dan. Rêveberê HDP'ê Şiyar Arslan axivî û diyar kir ku têkoşîna azadiya jinan dewletê ditirsîne ji ber vê yekê jî jinan qetil dike. Piştî daxuyaniyê polîs ketin nava girseyê û demeke rageşî derket.
BEDLÎS
Li navçeya Tetwanê bi pêşengiya KJA'yê bi sedan welatî li ber avahiya DBP'ê kom bûn û heta Tatvan AVM'ê meşiyan. Piştî meşê endama KJA'yê Elîf Gungor axivî û got ku ew ê bi ruhê Sara, Rojbîn, Ronahî, Sêvê, Pakîze û Fatmayan têkoşîna xwe xurtin bikin. Daxuyanî bi 5 deqîqe çalakiya rûniştinê ve bi dawî bû.