Piştî hevdîtinan malbatan cenaze naklî depoya hewaya sar kirin. Ji bo girtina 10 cenazeyan ku nêzî mehekê ye di êrîşên qirkirinê yên li navenda bajarê Şirnexê û navçeyên Silopiya û Cizîrê de hatin qetilkirin û li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihatin rawestandin, malbat û wekîl nêzî 4 saetan li morgê sekinîn.
Malbatên Taybet Înan, Yûsûf Înan, Azîz Yûral, Çetîn Taşer, Fatma Ûyar, Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr, Nîdar û Halîs Sumer, Lutfu Aksoy piştî 4 saetan hatin rawestandin cenaze wergirtin û li wesayîtan bar kirin. Di vê demê de hate diyarkirin ku Walîtiya Şirnexê talîmata, “Destûra birina cenazeyan nayê dayîn” şandiye, pêşiya wesayîtên cenazeyan ji aliyê polîsan ve hatin birîn. Malbat û wekîlan bi dozgeriyê ji bo girtina cenazeyan hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de hat diyarkirin ku têkîldarî girtina cenazeyan ti pirsgirêk tineye û destûr hatiye dayîn, malbatan bertek nîşan sekinandina kêfî ya emniyetê da.
Cenazeyên ji morgê bi ambûlans û wesayîtên naqla cenazeyan hatin girtin birin depoya hewaya sar a Şaredariya Şirnexê eyar kiriye. Cenazeyên Taybet Înan û Yûsûf Înan jî ji ber kaxizên wan ên defnê li gunde nehatin wergirtin. Ji bo wergirtina 7 cenazeyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hevdîtin didomin.