Li Kobanê 6 şervanên YPG/YPJ spartin axê

Li Kobanê 6 şervanên YPG/YPJ’ê li Goristan Şehîd Dîcle ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.

Bi hezaran welatiyên bajarê Kobanê, bi armanca wergirtina cenazeyên, Zehera Şêx Mihemed (Şîlan Deyîndara Welat), Xanim Xelo (Perwîn Kurdistan), Kanîwar Salih (Kanîwar Salih), Şervan Fîdan ( Aslan Agêş), Şêxo Îsa (Şêxo Korik) û Emîr Milet (Dîlok Bandoz), li pêşiya saziya malbatên şehîdan a Kobanê kom bûn.

Piştî ku welatiyan cenaze wergirtin, bi karwanekî wesayitan ku ji dehan wesayîtan pêk tê, berê xwe dan Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê.

Piştî ku girseya gel gihişt goristanê, Şervanên YPG/YPJ’ê merasîmeke leşkerî lidar xistin. Piştre Fermandarê YPG’ê Egîd Silopî axivî. Egîd Silopî di axaftina xwe de wiha got: “ Şehîd pêşengên me ne. Ew ruhê ku berxwedana Kobanê, Cizîr, Silopiya û Sûrê bi ser xistin. Ew in bingeha Yekîtiya gelê Kurd. Ew ne tenê şehîdên Kobanê ne, ew şehîdên mirovahiyê ne. Em bi şehadeta hevalên xwe ser bilind in. Em soz didin wan ku em ê rêya wan bişopînin.’’

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, belgeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê di nava tilîlî û dirûşmeyan de, spartin axê.