Li Mersînê tevî êrîşa polîsan jî her sê jin hatin bîranîn

Jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li Mersînê hatin bîranîn.

Jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li Mersînê hatin bîranîn.

POLÎSAN ÊRÎŞ KIRIN, XWEPARASTINÊ RÊ NEDA POLÎSAN

Girseya gel a bi pêşengiya jinan li ber avahiya HDP'ê ya Navçeya Akdenîzê li hev civiya, rastî êrîşa polîsan hat. Girseya gel a ji ber êrîşa polîsan li nava kolanan belav bû, dest bi xweparastinê kir û li hemberî êrîşan li ber xwe da. Komên ji jinan li hemberî êrîşan careke din li hev civiyan û li Goristana Guney Kent a gora Leyla Şaylemez lê ye, kom bûn. 

Di meşê de ku parlamenterê HDP'ê Nûrsel Aydogan û Dîrayet Dîlan Taşdemîr û birayê Leyla Şayelemez Mîkaîl Şaylemez jî amade bûn, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin", "Bijî Berxwedana Cizîrê" hatin qîrîn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan peyivî û anî ziman ku her çend di ser komkujiyê re 3 sal derbas bûne jî hînê destên qirêj ên komkujî pêk anîne, nehatine aşkerekirin.

Aydogan ragihand ku li pişt komkujiyê desthilatdariya AKP bi xwe heye û da zanîn ku heta ev komkujî neyê ronîkirin, wê pirsgirêka Kurd çareser nebe.

Aydogan da zanîn ku bi qetilkirina sê jinên Kurd li Silopiyayê re heman peyama Komkujiya Parîsê hatiye dubarekirin û got, "Hûn çiqasî qetil bikin jî ev têkoşîn wê bidome. Bi kuştinê hûn nikarin Kurdan biqedînin, vê bixin serê xwe. Em ê bi ser bikevin. Berxwedana vî gelî wê bi ser bikeve."

Birayê Leyla Şaylemez Mîkaîl Şaylemez jî got, "Şehîdên me şehîdên tevahiya gelê Kurdistanê ne. Leylayek çû bi hezaran Leyla derketin holê."