Li ser gora Cansiz soz dan: Em ê teslîm nebin!

Sakîne Cansiz û hevalên wê yên li Parîsê hatin qetilkirin li Dêrsimê hatin bîranîn. Di axaftinên bîranînê de peyama qebûlnekirina teslîmiyetê û mezinkirina têkoşînê hat dayîn.

Jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li Dêrsimê hatin bîranîn. Bi sedan kesên li Kolana Sanatê hatin cem hev ji vir ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan. Hevşaredara

Dêrsimê Nûrhayat Altûn, Hevşaredara Bajarê Mezin ê Amedê Gulten Kişanak, Wekîla Serokê Koma HDP’ê Çaglar Demîrel, Parlamentera berê ya HDP’ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn tevlî çalakiyê bûn. Girseyê piştî li pêşiya peykerê Seyîd Riza find pêxistin, dest bi bernameya bîranînê ya li ser gora Cansiz a li Goristana Asrî ya Şaredariya Dêrsimê kir. Jinên li ser gora Cansiz lorandin soza têkoşînê dan, 3 siyasetmedarên jin ên li Silopiya hatin qetilkirin bi bîr anîn.

ALTÛN: EM Ê ŞOREŞA JINÊ PÊŞ BIXIN

Altûn li goristanê axivî, wiha got: “Ev qetlîama pêngava tinekirina têkoşîna azadiyê ya bi têkoşîna jinê ve pêş ketiye ye. Em ji vir dibêjin, em ê li hember îmhayên we, qetlîam, tine hesibandinên we berxwedanek topyekun raber bikin. Em ê teslîm nebin! Di oxira azadî û berxwedanê de çi bedel pêwîst be em amade ne. Bila hûn vê baş bizanibin, em ê serî li ber we netewînin. Bi vê ferasera azadiyê ve em ê şoreşa jinê, pergala jinê pêş bixin.”

KIŞANAK: TÊ DI LÊGERÎNA ME YA AZADIYÊ DE BIJÎ

Kişanak jî ev gotin: “Em sozê didin hevala Sakîne; wê têkoşîna te bidome, lêgerîna me ya azadiyê wê dewam bike. Tê di têkoşîn û lêgerîna jinên Kurd de heta dawiyê bijî. Ti gule nikarin te bikujin. Dêrsim navê berxwedanê ye, Sakîne jî nûnera vê nasnameyê, berxwedanê ye, heta dawî wê wek sembola azadiya jina Dêrsimê wê bijî.
Kişanak di axaftina xwe de got wê hesabê wê bê pirsîn.

DEMÎREL: BI MEZINKIRINA BERXWEDANÊ VE EM Ê DORPÊÇÊ BIŞKÎNIN

Demîrel got, “Ev têkoşîn wê bi eşqa we ya azadiyê re bibe yek û bidome”, li hember nedayina cenazeyên kesên ku li Kurdistanê hatine qetilkirin nerazîbûn nîşan da.

Demîrel wiha axivî: “Di serî de li Kurdistanê û tevahî Tirkiyeyê de em kadroyên xwe yên pêşeng bi bîr tînin. Em careke din îfade dikin ku em ê têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin. Em ê bi mezinkirina berxwedanê ve dorpêçan bişkînin.”

Welatiyên beşdarî bîranînê bûn, qurnefîl danîn ser gorên gerîlayên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane û ji goristanê veqetiyan.