Li Îzmîrê êrîşa polîsan: 35 jin hatin binçavkirin

Ji bo bîranîna jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, jin li Îzmîrê li hev civiyan. Lê belê polîsên Tirk êrîş kirin û 35 jin girtin binçavan.

Li ser banga pêkhateyên KJA yên Îzmîrê, ji bo bîranîna siyasetmedarên jin ên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, komek ji jinan li ber Erbîl Suer a Kolana Kibris Şehîtlerî ya Îzmîrê li hev civiyan, lê belê polîsan êrîş kirin. 

Polîsan jin bi erdê re kişandin û Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Dîlek Aykan jî di nav de 35 girtin binçavan.

Di dema destwerdanê de polîsan her wiha nehiştin nûçegihana DÎHA'yê Serfiraz Gezgîn û nûçegihan Hatîce Erhan dîmenan bikişînin.

Hat ragihandin ku jinên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê.