‘Dewletê li Basayê qetil kir; guneh xist stuyê PKK'ê'

Dayİkên Şemiyê, di çalakiya xwe ya vê hefteyê de hesabên qetlîama Basayê pirsîn. Malbatên kesên jiyana xwe ji dan gotin, "Dewletê qetlîam kir."

Dayikên Şemiyê ji bo ku aqûbeta kesên ku ji aliyê dewletê ve hatin windakirin û qetilkirin bipirsin, bi daxwaza kiryar bên darizandin cana 563'emîn li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya hefteyê pêk anîn. Di çalakiyê de pankarta "Kiryar diyar in, winda li kû ne" hate vekirin û wêneyên kesên ku hatine windakirin hilgirtin. Hevberdevka HDK'ê Sabahat Tuncel û jinên elewî jî piştgirî dan çalakiyê û bal kişandin li ser qatlîamên li Kurdistanê, hesabê qatlîama Basanê ya di 1996'an de pirsîn. 

'FERASETA QETLÎAMKER A DUH Û YA ÎRO HEMAN E'

Di çalakiyê de ewil birayê Kenan Bîlgîn ê di 12'ê Îlona 1994'an de li Enqereyê hate binçavkirin û piştre jî hate windakirin, Îrfan Bîlgîn axivî. Bîlgîn bi bîr anîna Metîn Goktepe yê beriya 20 salan hate qetilkirin dest pê kir û anî ziman ku bi hefteyan e liqadê lêgerîna edaletê didomînin lê di encama vê lêgerîna edaletê de berpirsyaran hesab nedane. Bîlgîn destnîşan kir ku feraseta ku duh qatlîam pêk anî û yên îro qatlîamê pêk tînin heman feraset e. Bîlgîn gotina Serokomar Tayyîp Erdogan a "Hîtler" bi bîr xist û nirxandina "Ew bixwe dibêjin wê faşîzma Hîtler bidin jiyandin. Em ê ji faşîzma Hîtler hesab bixwazin" kir. 
Birayê Cemîl Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir jî di axaftina xwe de bal kişand li ser qedexeyên li Kurdistanê û got ku malên mirovan veguheriye girtîgehê. Kirbayir destnîşan kir ku berpisyarê qedexeyan AKP ye û pirsa "hûn ji ber tabloya heyî gelo kêfxwiş in" li kesên ku deng dane AKP'ê kir. 

KANAR: BILA DOZGER BIKEVIN NAVA TEVGERÊ

Piştre parêzerê doza Qatlîama Basanê Ercan Kanar axivî. Kanar anî ziman ku têkoşîna hiqûqê ya bi salan dane lêpirsîna ku hatiye vekirin bêencam maye û wiha axivî: "Dozgerên wêrek û xurt ên vî welatî li kû ne. Di sucên li dijî mirovahiyê demborîn nabe. Ez bang li dozgeran dikim ku bila berpirsyaran bidarîzinin." Kanar çapemeniya wê deme rexne kir û got ku rastî neanîne rojevê û nûçeyên wekî ku qatlîam PKK'ê kiriye çêkirine. 

'DEWLETÊ QETLÎAM KIR'

Keça Ahmet Kaya yê ku di qatlîamê de hate kuştin, Emîne Kaya jî diyar kir ku ew dizanin ev qatlîam dewletê kiriye û ev tişt anî ziman: "Ji jiyana mirov tiştekî girtigntir tuneye. Em aştiyê dixwazin. Ji aştiyê girîntir tiştek tuneye. Duh jî çapemeniyê Basan şaş nivîsand îro jî li Cizîr û Sîlopiyê tiştên şaş dinivîsîne. Em dizanin ku ev qatlîam ne PKK'ê, dewletê kir."

Daxuyaniya hefteyê jî ji aliyê Nur Surer ve hate kirin. Surer bilêv kir ku li ser qatlîamê 20 sal derbas bû, piştî qatlîamê gotinê ji wezîrên demê Adnan Ekmen ê "dema ku me bûyer lêkolîn kir me dît dewlet derket, ne karê PKK'ê yê JÎTEM'ê bû me negot" kiryarê qatlîamê îtiraf dike. Surer ani ziman ku kiryarê qatlîama Basanê dewlet e. Surer nirxandina "Ji Basanê heta Sûrê divê qatlîamên ku kiryarên wan dewlet e bila berpisyarên wan hesab bidin" kir.