Şehîdên Parîsê li Silêmanî hatin bîranîn

Şoreşgerên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin li Silêmanî hatin bîranîn. ‘Xelata Têkoşîn û Berxwedana Sakîne Cansiz’ a her sal tê dayîn, îsal layiqî YPJ-Şengal hat dîtin.

3 jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li paytexta Fransa Parîsê 9’ê Çileya 2013’an hatin qetilkirin, îro saet 14.00’an bi merasîmeke li Salona Tewar a Silêmanî bi şîara, “têkoşîna Sakîne dengê jina azad e” hatin bîranîn. Bi sedan Kurdistanî tevlî merasîma bîranînê bûn.

Endamê Buroya Polît ê YNK’ê Mele Baxtiyar, Hêro Îbrahîm Ahmed, nûnerên Tevgera Azad û Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Başûrê Kurdistanê tevlî aktîvîteya bîranînê ya ji aliyê RJAK’ê hat organîzekirin û gelek rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî peyam şandin, bûn.

Li ser navê Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) Şehên Ahmed axivî, balkişand ser rola Fransa ya ku qetlîaman di tarîtiyê de dihêle.

SARA HER TIM PÊŞENG BÛ

Ahmed rola Sakîne Cansiz a di şoreşa gelê Kurd de bi bîr xist, destnîşan kir ku Sakîne Cansiz ji bo jinên şoreşger her tim pêşengek bû.

XELATA SAKÎNE CANSIZ A ÎSAL YPJ ŞENGALÊ WERGIRT

Piştî merasîma bîranînê, ‘Xelata Têkoşîn û Berxwedana Sakîne Cansiz’ a her sal tê dayîn, îsal layiqî YPJ-Şengal hat dîtin. Ji ber Fermandara YPJ Şengal Dersim Şengalî ya ji bo tevlî merasîma xelat a ji aliyê RJAK’ê tê organîzekirin bibe ji Şengalê ber bi Silêmanî derket rê ji aliyê hêzên asayîşa Hewlêrê hat astengkirin, li ser navê YPJ Şengalê jina Kurdên Êzidî Gawrê Salîh Cûmo wergirt.

Dayika Kadriye ya ku dayika Mûhamed Faîk Abdullah (Agît Silêmanî) ê 27’ê Kanûna 2014’an li Şengalê jiyana xwe ji dest da, xelat di nav çepik û dirûşmeyan de da Jina Kurdên Êzidî Gawrê Salih Cûma ya li kampa penaberan a Erbat a girêdayî Silêmanî dijî kir. Gawrê diyar kir ku wê li xeta şehîdan xwedî derkevin.

Gawrê wiha axivî: “Ez vê xelatê ji bo teslîmî YPJ Şengalê bikim digirin. YPJ Şengal hêza parastina ya bi rêxistinî ya jinên Kurdên Êzidî ye. Ger beriya çete êrîşî Şengalê bikirina ava bibûya wê çeteyan nikariba jinên Êzidî birevandana, jinên Kurd ji bo nekevin destên çeteyên DAIŞ’ê xwe ji kendalan nedavêtin. Lê, niha ew hene, ew hêza parastin û azadiya hem jinên Kurdên Êzidî ye hem jî tevahî jinên Kurd e.”

Merasîm bi dirûşmeyên, “Şehîd Namirin” û “Jin Jiyan Azadî” ve bi dawî bû.

...