Çete êrîşî Taxa Şêxmeqsûdê dikin

Hate ragihandin ku çeteyên El- Nûsra û Ehrar El-Şam bi çekên giran êrîşî Taxa Şêxmeqsûd dikin.

Hate ragihandin ku çeteyên El- Nûsra û Ehrar El-Şam bi çekên giran êrîşî Taxa Şêxmeqsûd dikin.

Hat diyarkirin ku çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam saet 16.00’an bi topên hawanê êrîşî Taxa Şêxmeqsûd a ku piraniya şêniyên wê Kurd in, kirin. Êrîşa çeteyan nêzî 2 saaten berdewam kir.

Êrîşa çeteyan a bi çekên giran hê niha jî li ser taxê dewam dike. Di êrîşên çeteyan de heta niha 3 sivîl bi giranî birîndar bûne. Her wiha di avahiyan de ziyana madî pêk hatiye.

Navên welatiyên birîndar ên rakirin nexweşxaneyê wiha ne: “ Nûh Mislim (44), Aya Eluş (15) û Fatma ya paşnavê wê nehat zanîn (53) ye.”

Êrîşa çeteyan hê jî didome.