Li Cizîrê 2 kes hatin qetilkirin
Li Taxa Cûdî ya Cizîrê di encama topbarana hêzên dewleta Tirk ya li ser taxê, Mûrat Ekîncî (22) û Mûrat Egul (24) ên parçeyên şarapnelê li bedena wan ket jiyana xwe ji dest dan.
Li Taxa Cûdî ya Cizîrê di encama topbarana hêzên dewleta Tirk ya li ser taxê, Mûrat Ekîncî (22) û Mûrat Egul (24) ên parçeyên şarapnelê li bedena wan ket jiyana xwe ji dest dan.
Li Cizîr a ku terora dewletê di roja 27. de didome, êrîşên dijwar ên hêzên dewleta Tirk ên bi armanca qetilkirinê didome. Di encama topbarana li hember Taxa Cûdiyê, top li malekê ket, Mûrat Ekîncî (22) û Mûrat Egul (24) ên parçeyên şarapnelê li bedena wan ket jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên her du welatiyan li malê tê ragirtin, li bendê neku ambûlans bê cenazeyan rake.
Li aliyê din, di êrîşa tîmên taybet a li ser Taxa Nûrê welatiyê bi navê Mehmet Şîrîn Erdînç birîndar bû. Bi ambûlansa ku hat cihê bûyerê, Erdînç rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Cenazeyê Tayfûr Yeşîl û Şivan Cebraîl Mûngan ên duh li Taxa Nûr hatin qetilkirin, ji ber sedema nehatina ambûlansê ranekiribûn nexweşxaneyê. Bi hatina ambûlansê cenazeyên her du welatiyan jî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê