YPG'ê nasnameya şervanekî xwe aşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê nasnameya şervanekî xwe yê di operasyona HSD'ê ya li başûrê Kobanê de li derdora Bendava Teşrînê jiyan xwe ji dest da, aşkere kir.

Daxuyaniya li ser mijarê bi vî rengî ye:
"Li xaka Rojava ku ruhê me yê berxwedan û têkoşînê her roj hinekî din mezin dibe, li vê xaka ku bi xwîna hevrêyên me tê avdan, nirxên mirovahiyê şîn dibin. Heta ku rûmet û azadî li ser vê xakê serdest be, têkoşîna me ya li hemberî dijminê mirovahiyê wê bênavber bidome. Hevrêyê me Cîgerxwîn Zûhat ê barê vê berxwedanê hilda ser milê xwe, bi ruhê xwe yê fedaî û sekna xwe ya serbilind, ji bo me sedeme têkoşînê ye. Hevrêyê me Cîgerxwîn Zûhat di operasyonên HSD'ê yênl i Hesekê de bi fedekarî û cesareteke mezin cih girt û piştre di pêvgava duyemîn a HSD'ê de cihê xwe di nava operasyona azadkirina Bendava Teşrînê de girt.
Weke YPG/YPJ em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna hevrêyê xwe Cîgerxwîn Zûhat ditewînin û dibêjin ku ji bo hilanîna tola wî em ê heta dawiyê şopdarên têkoşîna wî bin."
Nasnameya şervanê YPG'ê bi vî rengî ye:
Nasnav Cîgerxweîn Zûhat
Nav paşnav: Raûf Egîlîr
Navê dayik û bav: Fîkriya-Abdulselam
Cihê ji dayikbûnê: Gever/Colemêrg
Cih û dema şehadetê: Kobanê/Bendava Teşrînê / 27.12.2015