Li Mexmûrê bi hezaran kes ji bo Sara û hevalên wê meşiyan
Sêyemîn salvegera qetlîama şehîdên Parîsê, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) bi meşeke girseyî hat bîranîn.
Sêyemîn salvegera qetlîama şehîdên Parîsê, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) bi meşeke girseyî hat bîranîn.
Bi hezaran şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo 3 jinên şoreşger meşiyan. Bi hezaran kes îro saet 09:00’an bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her sê jinên şoreşger Sakîne Cansız (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî), bi alên PKK, KCK, KJB,HPG û YJA-STAR û bi pankartên ‘Armanca me di xeta şehîd Sara de avakirina jiyana azad e’ hilgirtin û herikîn kolanên wargehê.
Meşê ji ber Şaredariya wargehê destpêkir û heta cîhê Çand û Hûnerê berdewam kir. Piştî girse gihişt cihê Çand û Hûnerê, deqeyekê ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê rêz girtin. Li vir li ser navê rêveberiya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Zelal Sêrt axivî.
Sêrt, di axaftina xwe de her sê jinên şoreşger û sê jinên ku di 5’ê Çileyê de li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin bibîr anî û wiha axivî: “Em qetlîama Parîsê û qetlîama Silopiya bi tundî nelet û şermezar dikin. Li bajarê Parîsê beriya sê salan sê hevalên me yên ku jinên pêşengên tekoşîna azadiyê ne, hatin qetilkirin. Em di kesayeta heval Sara de jina ku ji damezirînerên PKK’ê ye, xwedî meşeke 40 sala bû, xwedî seknekê bû ku sedan kesan navê Sara hilgirtin, sekna wê ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bû mînak û sedan jinên Kurd sekna wê ji xwe re kirin xeta azadiyê û bere xwe dan çiyayên Kurdistanê.”
Sêrt, axaftina xwe wiha dewam kir: “Heval Rojbîn a ku bu denge jina Kurd, bû denge gelê Kurd. Heval Ronahî bi ciwantiya xwe tevlî têkoşînê bû û bi awayek hovane şehîd ketin, em wan bibîr tînin.
Zelal Sêrt bal kişand ser 3 jinên ku li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Her sê hevalên me yên ku di 5’ê Çileyê de li Silopiyayê di êrîşên ku bi awayek hovane li hember gelê Kurd de, her sê jinên ku rojane li Botanê pêşengtî kirin, pêşengtiya berxwedana Botanê kirin, di pêşengtiyê de tawîz nedan û jê re bûn mînak; heval Sêvê, Pakîze û Fatma em careke din bibîr tînin û bejna xwe li hember berxwedaniya wan ditewînin.”
Piştî axaftinê gel bi dirûşmên “Komkujiya Parîsê Rûreşiya Cîhanê”, “Komkujiya Silopiya Rûreşiya Cîhanê”, “Bîjî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” meşa xwe bi dawî kir.