Polîsan li Silopiyayê 3 cenazeyên li mizgeftê revandin

Cenazeyên Mehmet Mete (11), Aydin Mete (16) û Omer Maslû yên li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê hatin qetilkirin û ji ber qedexeyê ji bo nehatin defnkirin li mizgeftê dihatin rawestandin, ji aliyê hêzên dewletê hatin revandin.

Cenazeyên Mehmet Mete (11), Aydin Mete (16) û Omer Maslû yên li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê hatin qetilkirin û ji ber qedexeyê ji bo nehatin defnkirin li Mizgefta Hz. Huseyîn a li Taxa Şehîd Harûn dihatin rawestandin, ji aliyê polîsên ketin mizgeftê ve hatin revandin. 

Tîmên taybet ên hejmar dan cenazeyan bêyî malbatan agahdar bikin cenaze girtin, têkîldarî cihê cenaze birinê jî tê agahî nehatin dayîn.

Omer Maslû ê 70 salî, yek ji cenazeyên polîsan revandiye, dema li mala xwe li ser nimêjê bû ji aliyê tîmên taybet bi gulebaranê hat qetilkirin. Mehmet Mete jî di 21’ê Kanûnê de bi gulebarana polîsan hate qetilkirin. He wiha xizmê Mehmet Mete, Aydin Mete jî piştî ji malê derket 4 rojan agahî jê nehat girtin, cenazeyê wî di 6’ê Çileyê de hat dîtin.