Dewleta ku ‘şantaja’ wê negirt cenaze neda

Li ser teblîgata rêziknameya Saziya Tipa Edlî ya, “Cenazeyan bigirin an jî em ê defn bikin”, malbatên ji bo cenazeya bigirin çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê hatin astengkirin.

Cenazeyên gelek welatiyên ku di êrîşên qirkirinê yên li navçeyên Silopiya û Cizîr û navenda Şirnexê hatin qetilkirin, li morgên nexweşxaneyan, malan û mizgeftan de di nav şer û mercên ne guncav de tên girtin. Cenazeyên ji ber êrîşan nayên definkirin ji ber ketin rojevê, Saziya Tipa Edlî di rêziknameya xwe de sererastkirina têkîldarî ‘revandina cenazeyan’ amade kir. Li gor sererastkirinê, ji malbatan re teblîgata, “Cenazeyên xwe di nav 3 rojan de bigirin, an jî em ê defn bikin” hatibû şandin.

Malbatên Taybet Înan, Yûsûf Înan, Azîz Yûral, Çetîn Taşar, Fatma Ûyar, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Nîdar û Halîs Sumer û Lutfu Aksoy ên teblîgata wergirtina cenazeyan standin piştî nîvro hatin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Malbatên li pêşiya morgê 4 seatan rawestiya cenazeyên xwe li wesayîtan kirin. Walîtiyê girtina cenazeyan asteng kir. Hê cenaze bi temamî nehatibûn wergirtin, ji Walîtiya Şirnexê nivîsek din hat, vê carê hêzên dewletê dest danîn ser cenazeyan. Malbatên cenazeyan û wekîlên HDP’ê ji bo girtina cenazeyan hevdîtinan pêk tîne.

...