Ji HDP'ê 'meşa mirovahiyê' ya ber bi Şirnexê

Li gorî fermannameya îro ji hevserokatiya hemû bajaran re hat şandin, wê bi dirûşma "Cenazeyên me nayên veşartin, mirovahî dimire" ji her derê ber bi Şirnexê ve "meşa mirovahiyê" bê lidarxistin.

Navenda Giştî ya HDP'ê, ji ber komkujiyên dewlet li Kurdistanê dike û astengiya li ber rakirina cenazeyan, biryar da ku di 11'ê Çileyê roja Duşemê de ji hemû bajaran ber bi Şirnexê ve 'meşa mirovahiyê' li dar bixe.

Li gorî fermannameya îro ji hevserokatiya hemû bajaran re hat şandin, wê bi dirûşma "Cenazeyên me nayên veşartin, mirovahî dimire" ji her derê ber bi Şirnexê ve "meşa mirovahiyê" bê lidarxistin.

Girseyên ji hemû bajaran bên wê roja 11'ê Çileya 2016'an saet di 10:00 de li pêşiya Sêrtê li hev kom bibin û berê xwe bidin Şirnexê.

Tevî gel wê hemû pêkhateyên HDP'ê, parlamenter jî amade bin.