Gerîlayê HPG’ê Çevîk ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mehmet Çevîk (Zerdeşt Sîser) bi tevlîbûna deh hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mehmet Çevîk (Zerdeşt Sîser) bi tevlîbûna deh hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mehmet Çevîk ê di pevçûna 22’ê Kanûna 2015’an de li bejahiya Bedlîsê jiyana xwe ji dest dabû û ji wê rojê ve li Saziya Tipa Edlî ya Meletî dihate girtin, piştî karê teşhîsê bi dawî bû radestî malbatê hat kirin. Konvoya cenazeyê ya ji Meletî derket rê li Êlihê ji aliyê bi hezaran kesî bi çepikan ve hat pêşwazîkirin. Bi konvoyek bi sedan wesayîtî ve cenaze birin gundê Bavodînê. Gel li vir darbesta Çevîk a bi ala PKK’ê pêçayî hilda ser milên xwe, heta goristana gund meşiya. Di meşê de posterên Çevîk hatin rakirin, dirûşmên, “Rêya Şehîd Rêya Me, PKK Partiya Me”, “Şehîd Namirin” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin. Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Çevîk bi tîlîlî û rondikan ve spartin axê.
Piştî karûbarê defnkirinê, Hevserokê Şaxa Êlihê yê MEYADER’ê Şukru Baytar axivî, armanca têkoşîna gerîlayê HPG’ê Çevîk bi bîr xist, diyar kir ku divê gelê Êlihê têkoşîna Çevîk bidomîne.
Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî li dijî hiştina cenazeyên welatiyên hatina qetilkirin li nava kolanan bertek nîşan da, wiha got: “Cenazeyên me bi rojan li nava kolanan tên hiştin. Ev zilm li ti deverê cîhanê tineye. Lê bila baş bizanibin ku wê gelê Kurd li hember êrîşên serweran serî netewîne. Gelê Kurd wê ti carî ji daxwazên xwe paş de gavê navêje. Ji ber ku daxwazên me mafên me ne.”
Dayik Nazîfe Çevîk bi çavên rondik wiha bang li hikûmeta AKP’ê kir: “Dilê min şewitî, canê min parçe bû. Dilê min şewitî, lê bila dilên ti dayikên din neşewite. Êdî bes e, bila xwîn nerije.”
Merasîm bi dirûşma, “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.