Têkildarî nûçeyên ku îdîa dikin çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî kampa Başîka a leşkerên Tirk lê bicihbûne kirine, carek din hat derewderxistin. Îdîaya ku bi taybet Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan anî ziman, piştî ji aliyê Waliyê berê yê Mûsilê Esîl Nûceyfî hat derewandin, nûçeyek nû ya din a hat derewandin jî ji aliyê Fermandariya Opersyonên Hevpar a Iraqê ve hat.
Daxuyaniya Fermandariyê ya têkildarî mijarê ragihand ku ti rastiya van nûçeyan tineye, wiha anî ziman: “ Ne li Başîka ne jî li cihekî din yê Iraqê, ti şer di navbera çeteyên DAÎŞ’ê û hêzên Tirkiyeyê de çênebûye.”